‘Dewleta sûcdarê qirkirinê, bila sûcên xwe aşkera bike’
‘Dewleta sûcdarê qirkirinê, bila sûcên xwe aşkera bike’
‘Dewleta sûcdarê qirkirinê, bila sûcên xwe aşkera bike’
Dayîkên Şemiyê aqubeta kesên di darbeya 12'ê Îlonê de hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn. Parêzvanên mafên mirovan navên qatilên Nurettîn Yedîgol ê ku li Navenda Polîsan a Gayrettepe çermê wî hate jê kirin, bizmar lê xistin û ceyran dan laşê wî û li cihekî nayê zanîn hate definkirin xwendin û wiha gotin: "Dewleta sûcdarê qirkirinê, bila sûcên xwe aşkera bike."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 420'emîn li Qada Galatasarayê bi pankrata "Kiryar diyarin winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiyê. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta kesên di darbeya 12'ê Îlonê de hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn. Dayîkên Şemiyê aqubeta Nurettîn Yedîgol ê ku li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe ya ji navendên îşkenceyê ya herî girîng bû piştî îşkenceyên dijwar hate qetilkirin û cenazeyê wî li cihekî nayê zanîn hate definkirin pirsîn.
MEXDÛRÊN 12'Ê ÎLONÊ AXIVÎN
Xwişka Hayrettîn Eren ê ku piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an meh û 9 roj şûnda hate windakirin Îkbal Eren diyar kir ku, li Tirkiyeyê hêj hebûna windayan heye. Eren anî ziman ku, ji ber yekê bang li hemû kesî kir ku bi wan re di nava piştgiriyê de bin û ji bo aştî pêk bê divê êşên dayîkan bên rawestandin. Birayê Cemîl Kirbayir ê ku di darbeya 12'ê Îlonê de li Qersê hate binçavkirin û careke din tu agahî ji wî nehatin girtin, Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku li hemû cihên cîhanê darbekar hatin şermezarkirin lê kesên wan qetilkirin ên weke Cemîl Kirbayîr, Hasan Ocak, Nurettîn Yedîgol, Fehmî Tosun hertim bi hurmet hatin bîranîn û wiha got: "Desthilatdaran qatil û canî parastin."
'BIZMARA LI SERÊ WÎ DAN Û QETILKIRIN'
Serokê Şaxa ÎHD'ê Umît Efe diyar kir ku, Nurettîn Yedîgol dema li Navenda Polîsan a Gayrettepe îşkence dît ew jî wê demê di binçavan de bû. Efe anî ziman ku, 3 mehan wî îşkence dît û Yedîgol 4 rojan de hate qetilkirin. Efe da zanîn ku, bizmar li serê Yedîgol xistin û ji vir ceyran dan bedena wî û li gel vê yekê tek peyvek neaxivî. Efe bilêv kir ku, ji ber vê yekê îşkencekar hêj bêtir bihêrsbûn û bi gelek cureyên îşkenceyê ew qetilkirin. Efe destnîşan kir ku, kesên wê demê îşkence kirin û an jî şahidîniya vê yekê kirin tenê ji bo ku Yedîgon êşa dayîka xwe ya 80 salî bi kewîne xwestin îfadeyan bide. Efe xwest ku Navenda Polîsan a Gayrettepe bibe "Muzeya Bîrê"
'DEWLETA SÛCDARÊ QIRKIRINÊ DIVÊ SÛCÊN XWE AŞKERA BIKE'
Parêzer Eren Keskîn a ku dosyaya doza Yedîgol dişopîne jî diyar kir ku, ligel şahidîniya gelek kesan heta niha serlêdanên wan ji aliyê dozgeriyan ve bi biryara bêşapandinê bi encam bûn û her dawî doz ji ber demboriyê bi dawî bû. Keskîn bal kişand ser 4'emîn Paketa Dadê ya di sûcên îşkenceyê de demborî rakir û wiha got: "Bi salane em vê yekê dixwazin. Lê hemû rayedarên dewletê û hikûmetê bûn yek li dijî vê yekê derketin. Dewleta sûcdarê qirkirinê divê sûcên xwe aşkera bike."
'HESTIYÊN WÎ DANÎN GORA MIN DE'
Dayîka Yedîgol Zeycan Yedîgol bi çavên rondik axivî û wiha got: "Min ew bi baldarî mezin kir. Ji bo ku zarokê me bixwîne me şande dibistanê. Min zanîba dê wisa be min dê ew li gund girtiba. Hêza me têra qatilan nekir. Ez wan hewaleyî xwedê dikim. Ji me re êşa ewlat dan jiyan kirin hevî dikim ew jî dê bijîn. Heke ez bimirim hestiyên kurê min danên hembêza min. Da ez wî hembêz bikim." Birayê Yedîgol Muzaffer Yedîgol jî diyar kir ku, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan soz da dayîka wî dê hestiyên wî peyda bike û wiha got: "Ji îşkencekaran hesab pirsîn zor bû. Heke dê aştî pêk bê divê destpêkê pirsa dayîkan bikin. Ji wan bersivek erênî bigirin da ku aştî pêk bê."
LIGEL 13 ŞAHIDAN LÊPIRSÎN NEHATE VEKIRIN
Endema Komîsyona Li Dijî Windayên Dibinçavan de ya Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Gonul Sonbahar daxuyaniya hefteyî xwend û diyar kir ku, ligel hesab ji qatilên Yedîgol pirsîn û ji bo berpirsyar bên darizandin hewildan lê tu encam bi dest nexistin. Sonbahar anî ziman ku, li gel 13 şahidan dozgerên leşkeriyê ev yek qebûl nekirin. Sonbahar da zanîn ku, hemû derî li ber malbatê hatin girtin û herî dawî di 21'ê adara 2012'an de serlêdana sûc kirin lê bersiva "hewcehî li lêpirsînê tuneye" girtin.