Dewlet Tirk li Stuttgart û Rennesê hate şermezarkirin
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiya sivîlan hate şermezarkirin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiya sivîlan hate şermezarkirin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan ev 47 roj in dewam dikin. Çalakiya li Schloss Platzê ji aliyê aktîvîstên ATÎK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê) ku yek ji pêkhateya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Stuttgartê ye, dewr hate girtin.
Di çalakiyê de belavok tên belvakirin û bi wêneyan hovîtiya ku dewleta Tirk li Efrînê dike tê nîşandan.
RENNES
Terora dewleta Tirk a ku li Efrînê dike, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li bajarê Rennes ê Fransayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Meşê ji Place du Colombie dest pê kir û heta ber avahiya Şaredariya Rennesê dewam kir. Li ber avahiya şaredariyê mîtîngek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku Efrîn rûmeta gelê Kurd e û wê xwedî li rûmeta xwe derkevin.