Devrimci Cephe li dijî dewleta Tirk banga berxwedanê kir
Devrimci Cephe (Eniya Şoreşger) têkilî êrîşên dagirker ên Tirk daxuyanî da û got ''Rabûna li dijî faşîzmê, mêtingerê, şer û dagirkeriyê, xwedîderketina li dahatuya xwe ye.''
Devrimci Cephe (Eniya Şoreşger) têkilî êrîşên dagirker ên Tirk daxuyanî da û got ''Rabûna li dijî faşîzmê, mêtingerê, şer û dagirkeriyê, xwedîderketina li dahatuya xwe ye.''
Devrimci Cephe têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de li ser êrîşa dagirker a li ser Garê hate gotin,''Bi vê êrîşa dagirker re tê xwestin ku li ser gelê Kurd û şervanên azadiyê yên gelê Kurd komkujiyên nû pêk bînin.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Ev êrîş êrîşa li ser tevahî gelê Kurd, destkeftiyen Kurdan, êrîşa li ser jiyana azad û bi hev re ya li herêmê ye. Her wiha êrîşa li ser gelên Tirkiyê ye. ''
Devrimci Cephe di daxuyaniyê de wiha got: ''Li bara vê dagirkeriya mêtinger bêdengî tê maneya ku mirov hêzê bide wê. Li hemû qadên jiyanê, em li kûderê dibin bila bibin, bêdengnemana li dijî êrîşên dagirker, rabûna li dij, şermezarkirina êrîşa dagirkeriya mêtinger, xwedîhelwestbûn peywir û berpirsyariya me hemûyan e.
Divê em xweş fêhm bikin têkoşîna ku di serî de ciwanan li dijî faşîzmê dayî destpêkirin û bi giştî her cure têkoşîn heta ku bi berxwedana dijî dagirkeriya mêtinger re nebe yek wê bi ser neveke.
Rabûna li dijî faşîzmê, mêtingerî, şer û dagirkeriyê xwedîderketina li dahatuyê ye.''