BI DÎMEN

Detayên hewldana lînçkirinê ya li Komîsyonê eşkere bû

Mehmet Metîner ê AKP’yî, ji paş de êrîşî Paylan ê HDP’î kir. Balûken, dema ku xwest Paylan biparêze, wekîlên AKP’î xistin nava xwe û hewl dan linç bikin.

Detayên hewldanan wekîlên AKP’î ya linçkirina Wekîlê Hevserokatiya Koma HDP’ê Îdrîs Balûken a di Komîsyona Destûra Bingehîn de eşkere bû.

Gengeşe, li ser êrîşkirina parlamenterê AKP’ê Metîner a li hemberî parlamenterê HDP’ê Garo Paylan  destpê kir. Îdrîs Balûken dema ku xwest Paylan biparêze, wekîlên AKP’î ew xistin nav berê,  xistin erdê û piştre dan ber pehînan.

Di nav vê hewldana linçkirinê de destê Balûken ji cih derket. Balûken, rakirin nexweşxaneyê.  Piştî dermankirinê jî derbasî malê bû.