Destûr nedan Parlementer Tuncel li gel heyetê biçe
Destûr nedan Parlementer Tuncel li gel heyetê biçe
Destûr nedan Parlementer Tuncel li gel heyetê biçe
Heyeta ji bo ku leşker û rayedarên din ên di destê HPG’ê de teslîm werbigire derket rê li Deriyê Sînorê yê Xabûrê ye. Hate zanîn ku Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel a ku di nav de heyetê de cih digire bi hinceta qedexeya wê ya derveyî welat heye ji nav heyetê hate derixstin. Tuncel diyar kir ku xebata wekîlekî wisa tê astengkirin rewşa li Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Heyet ji bo leşker û rayedarên din ên dewletê yên ji aliyê HPG'ê ve li Amed, Çewlîk, Şirnex, Wan û Mûşê hatin girtin serbest bên berdan hatî avakirin serê sibê hate Deriyê Sînor ê Xabûrê. Piştî karên pasaportan heyet dê derbasî Hewlêrê bibe û nayê zanîn ku heyet dê li kuderê leşker û rayedaran teslîm werbigire.
Hate hînbûn ku Parlementera BDP'ê Sabahat Tuncel a ku di nav heyetê de bi hinceta qedexeya wê ya derveyî welat heye ji heyetê hate derxistin. Heyeta ji Parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal pêk tê piştî karên fermî derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.
Parlementera BDP'ê Tuncel ligel navê wî ji aliyê Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ve hate ziman jî li Deriyê Sînor destûra derbasbûna wê nehate dayîn û têkildarî mijdarê ji DÎHA'yê re daxuyaniyekî kin kir. Tuncel diyar kir ku, li Tirkiyeyê xebatên parlementerekî bên astengkirin rewşê radixe ber çavan. Tuncel anî ziman ku, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin dixebitin û lê naxwazin bê çareserkirin. Tuncel da zanîn ku, berê jî ji bo qedexeya derveyî welat bê rakirin serî li Dadgeha Mekezagonê danbûn lê biryar nehate rakirin. Tuncel bilêv kir ku hevalên wan ên din derbasî aliyê din bûn û wiha got: "Hevalên me yên din derbasî aliyê din bûn ez bawer dikim dê îro hevdîtina pêk bînin. Piştî hevdîtin pêk hatin dê rayedar bên wergirtin."
Tuncel destnîşan kir ku malbat jî hatin Xaburê rayedar dêsibê êvarî ji Deriyê Sînor ê Xaburê bên.
Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" 6 salibûn dihate darizandin û sala borî ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve 8 sal û 9 meh cezayê girtgîhehê dabû. Piştî cezayê girtîgehê hate dayîn derbarê Tuncel de biryara serbestiya bi kontrol hate dayîn û biryara qedexeya derveyî welat hate dayîn.