Destûr nedan malbata Ocalan biçe Îmralî
Destûr nedan malbata Ocalan biçe Îmralî
Destûr nedan malbata Ocalan biçe Îmralî
Destûr nehate dayîn ku xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Silêman Arslan û xarziyê Ocalan Mehmet Arslan biçin Îmraliyê. Dozgeriyê destûr da malbatan du girtiyên li giravê lê piştî ku destûr neda malbata Ocalan, her du malbatên din jî biryar girtin ku neçin.
Xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln Silêman Arslan û xarziyê Ocalan Mehmet Arslan, her wiha xwişka girtiyê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz û birayê Cûmalî Karsû Henefî Karsû, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çêbikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê jî, ji bo xal û xarzayê Ocalan Silêman Arslan û Mehmet Arslan ji ber ku ne nêzên Ocalanin destûr nehate dayîn, ji bo girtiyên din xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz û birayê Cûmalî Karsû Henefî Karsû destûr hate dayîn. Li ser vê biryara cûdakar ya dozgeriyê hate hînbûn ku, xizmên Poyraz û Karsû ji ber ku destûr nedaye xizmên Ocalan ew dê neçin hevdîtinê.
Piştî vê biryarê hate hînbûn ku, xwişkûbirayên Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan dê di heftiya pêş ango roja Înê dê biçin Girava Îmralî û dê serdana hevdîtina bi birayê xwe re bikin.