Desthilatdarî nikare hezkirinê asteng bike!

Desthilatdarî nikare hezkirinê asteng bike!

Ozgur Kaya û Nuray Çokol ku di pêvajoya berxwedana Parka Gezî de hevdu naskirin û zewicîn, polîsan êrîş bir ser pîrozbahiya wan a dixwestin li Parka Gezî pêk bînin. Bûk û zava benda polîsan derbas kirin û peyama “Desthilatdarî dikare her tiştî asteng bike, bes nikare hezkirinê asteng bike!” dan.

BÛK Û ZAVA BEND DERBAS KIRIN

TOMA, polîs û fermandarên Şaxa Ewlekariyê pêşiya girseya dixwest ji bo dawetê ji Qada Taksîmê derbasî Parka Gezî bibe girt û bi saetan zilm û zext li wan kir. Polîsan bi ava şid êrîş bir ser girseya ku ev astengiya kêfî  bi dirûşmayên, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil , “Her cih Taksîm her cih berxwedan” protesto dikirin. Piştî vê mudaxeleyê polîsên ku ketina Parka Gezî vekirin xwestin pêşiya bûk Nuray Çokol û zava Ozgur Kaya asteng bikin jî bûk û zava bend derbas kirin.   

BI AVA ŞID ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANAN KIRIN

Ozgur û Nuray a bi çepik û tiliyan ji bo xwe ji mudaxeleya polîsan biparêzin xwe spartin Otela Marmara, roja xwe ya herî xweş bi rojnamevanan re derbas kirin. Nuray Kaya destnîşan kir ku hevserê xwe di berxwedana Parka Gezî de nas kir û got, “Li wir em bi hev re xebitîn û bi demê re em aşiqî hevdu bûn.” Ozgur Kaya jî got, “Desthilatdarî dikare ji her tiştî re bibe asteng bes qet nikare ji hezkirin û şadiyê re bibe asteng.” Dema bûk û zava ji bo pîrozbahiya daweta xwe vedigeriyan Şîşlî dîsa TOMA di dewreyê de bûn. Polîsan bi ava şid êrîş bir ser girseya ku di nav wan de alîgirên Koma Çarşi jî hebûn. Her wiha hat dîtin ku polîsan ava şid diavêt ser rojnamevanên ku dîmen digirtin.