Destgîrkirina parêzeran hate şermezarkirin

Parêzeran destgîrkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin.

Rêxistinên hiqûqê li Stenbol, Enqere, Amed û Edeneyê çalakî kirin, destgîrkirina parêzeran a bi navenda Rihayê şermezar kirin.

ENQERE

Şûbeya Enqerê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şûbeya Enqerê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Şûbeya Enqerê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên ji bo Hiqûqa Civakî û Demokrasiyê destgîrkirina parêzeran şermezar kirin. Parêzer li ber Edliyeya Enqerê hatin cem hev û pankarta, ''Em ê paratina parastinê dikin'' vekirin. Dema daxuyaniya çapemeniyê hate dayin polîsan êrîş birin ser parêzeran û li wan dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, xebatên parêzeran têne krîmînalîzekirin.

STENBOL

Li Stenbolê jî rêxistinên hiqûqê yên mîna OHD, ÇHD'ê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê li ber Qesra Edliyê ya Stenbolê hatin cem hev û daxuyanî dan. Parêzeran ''parastin nikare were bêdengkirin'' vekirin û bi dirûşmeyan gotin, ''parêzerên şoreşger rûmeya me ne'', ''zext nikarin me bêdeng bikin''.

EDENE 

Li Edeneyê jî şûbeyên ÎHD û ÇHD'ê li avahiya ÎHD'ê hatin cem hev û girtina parêzaran şermezar kirin. Her wiha HDP', AYKAY-DER (Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Wan Winda), Komeleya Alîkarî û Pişteaniyê ya bi Malbatên Girtî û Cezawxwariyan re (TUAY-DER), Egîtîm Sen jî dema daxuyaniyê hazir bûn.

Li ser navê parêzeran Sevîl Aracî Bek daxuyanî xwend. Bek got, ''Hiqûqa cezayê ya dijmintî tê kirin. Ti êrîş û zext wê nikaribin peşî lê bigirin ku em parêzeriya muxalefeta civakî bikin.''