'Desteya Ewlehiyê' êdî bi fermî paramîlîter e!
Damezirînerê SADAT'ê, ku SADAT mîna JÎTEM'a rejîma Erdogan tê nasîn, Adnan Tanriverdî hate ser Desteya Ewlehî û Polîtîkayên Derve.
Damezirînerê SADAT'ê, ku SADAT mîna JÎTEM'a rejîma Erdogan tê nasîn, Adnan Tanriverdî hate ser Desteya Ewlehî û Polîtîkayên Derve.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hin navên dî anîn ser Desteya Polîtîkaya Serokkomariyê. Kesên ku tayiya wan hatin kirin di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Di nav wan kesan de ku tayina wan hatiye kirin navê şebeya sûc SADAT'ê jî heye.
Damezirînerê Şîrketa Berevanî û Şêwirmendiyê ya Navnetewî (SADAT) Adnan Tanriverdî ji hêla Erdogan ve tayibî Desteya Ewlehî û Polîtîkayên Derve bû.
'Hêza çekdar a paramîlîter' a rejîma AKP'ê SADAT, dema biryarnameya 'bêrîbûna darazê ya ji bo sivîlan' a ku ji bo parastina rejîmê derketî, hatibû rojevê.
Damezirînerê vê avaniyê Tanriverdî 20'ê Çle dema ku êrîşa dagirker a li ser Efrînê dest pê kir, tevlî 'Civîna Ewlehiyê'ya bi seroktiya Erdogan bûbû.
Li ser Tanriverdî yê ku berê tûxgeneral bû, îdîa hene ku 'ji ber xebatên paşverû yên di nav Artêşa Tirk' de hatiye malnişînkirin.
Lê wiha xuya dike ku qada esasî ya peywira wê Kurdistan e. Van du salên dawî di nav gelek binpêkirinan de navê wî derbas bû. Avaniya ku bi desteserkirin, înfaz, êşkence û çavtirsandina li ser Kurdan avaniya ku navê wê derbas bûyî, ji hêla rejîmê ve tê parastin, bêyî ku cezayê bidinê sûc hildiberîne û sûc dike.