Desteya Bilind a Kurd bi Lavrov re rûdinê
Desteya Bilind a Kurd bi Lavrov re rûdinê
Desteya Bilind a Kurd bi Lavrov re rûdinê
Li ser vexwandina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov şandeya Desteya Bilin a Kurd doh êvarî hat Rûsyayê. Şandeya ku ji berdevk û çar endamên desteyê ve pêk tê dê sibê di saet 11.00 nîvro de bi Wezîrê Karên Derve Sergêy Lavrov re rûnê.
Li ser vexandina wezîrê kare derve yê Rûsyayê Sergey Lavroz şandeya desteya bilin ku ji berdevk Ahmet Silêman û endamên desteye Îsmaîl Hemê, Siûd Mele, Sînem Mûhamed û Salih Muslim ve pêk tê hatin Moskovayê. Şande dê bi wezîrê karê derve yê Rûsyayê re sibê di seat 11:00 nîvro de li avahiya karê derve rûnê. Şandeya ku dê heya 7’ê mehê li Moskowayê bin di çerçoveya xebatê xwe yê dîplomatîk de dê bi serokê hin partî, parlementer, akademî û kesan re jî rûnên.
Beriya 2.konferansa Cenewre ya ku dê li ser pirsgirêka çareseriya Sûriyê kom bibe ji hêla dewleta Rûsya ve bi awayekî fermî vexwandina desteya bilin pir bi wateye. li ser vê mijarê berdevk û endamên şandeya desteya bilin a Kurd ji ANF’ê re axifîn.
‘Em jî dixwazin wek aliyekî serbixwe beşdarî vê konferansê bibin’
Berdevkê desteya bilin Ahmet Silêman da diyarkirin ku ew jî dixwazin wek aliyekî serbixwe beşdarî konferansê bibin û got: “Ji hêla wezareta derva ya Rûsyayê destaya bilind bi awayekî fermî hatiye vexwandin. Ev cara yekem e ku bi awayekî wisa desteya bilin tê vexwandin. Em hatine vir hîn hevdîtin çênebûyê nerînên wan çine wek desteya bilin emê li wan gûhdar bikin. Her wiha tiştên ku em jî wek desteya bilin ya Kurd li ser rewşa Sûriyê tiştên bêjin hene. Em dixwazin van bi wan re jî par vekin. Niha amadekariyê konferansekê tê çêkirin jê re dibêjin 2. konferansa Cenewre di vê derbarê de jî emê nama xwe ji konmîteya amadekar ya konferansê re jî ragihîninç. Em jî dixwazin wek aliyekî serbixwe beşdarî vê konferansê bibin. Pêwîste nerîna Kurda û nûnertiya Kurda di vê konferansê de hebe. Em dibêjin pirsgirêka Sûriyê bi riya diyalogê dikare bê çareserkirin. Di qada navnetewî de jî nerînek derketiye ji bo alîkariyê bidin gelê Sûriyê zilma li ser gêl tê kirin ji hêla wan jî ve tê dîtin. Em hêvîdarin ku dê di demek nêz de ev kuştin û terora li ser gel tê meşandin çi ya dewletê çi jî ya komên çete dê bidawî bibe.”
Kurd çi dixwazin
Endama desteya bilin Sînem Mûhamed jî li ser hatina wan ya Rûsyayê nerînê xwe anî ser ziman gû got: “Em pênç endamê desteya bilind ya Kurd li ser vexwandina wezîrê karê derve ya Rûsyayê hatine Moskowayê. Sibê em ê bi wezîrê karê derve re hevdîtina xwe bikin. Em jî wek Kurd û desteya bilin dixwazin ji wan re ragihînin ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê çidixwazin. Gelê Kurdi di şoreşa Sûrî de aliyêkî bingehînin pêwîste ev bê dîtin. Di vê çerçoveyê de em dixwazin nerîn û xwestekê gelê Kurd baş bê famkirin. Li ser bingehî kî bixwaze me bibîne em ji hevdîtina re vekirîne û amadene. Di Sûriyê de çareseriya bê Kurd ti çar çênabe. Ji ber ku di Sûrî de gelê ku herî mafê wî hatiye binpêkirin û tine hatiye hesibandin gelê Kurd e. Ji ber vê yekê çareseriya bê Kurd nayê qebûlkirin. Rola Rûsya di pirsgirêka Sûriyê de pir girînge ji ber vê yekê em jî giringiyek mezin didin van hevdîtinên xwe yê vir. Dîsa di 6’ê mehê de em ê bi Enstutiya Oryantel ya Rojhilatanavîn re jî hevdîtinekê bikin. Her wiha di çerçoveya kar û xebatên me yê virde em ê hewil bidin ku hin serokê partiya, parlementera û kesên ku tên naskirin bibinîn.”
Em ê daxwaza beşdariya konferasê bikin
Endamê destaya bilin û hevserokê PYD Salih Muslim di nixandina xwe de da diyarkirin ku ewê daxwaza beşdariya konferansê bikin û got: “Cara yekeme ku ji hêla Rûsya ve bi awayekî fermî desta bilind tê dawetkirin. Bêgûman ev yek jî dide diyarkirin ku dewleta Rûsya îtîrafê bi desteya bilin dike. Em hêvîdarin k aliyên din jî vê ji xwe re mînak bigrin û bang bikin. Pêwîste ku desteya bilin di asta navnetewî de bê naskirin. Di hevdîtinê de dê li hin xala bê nîqaşkirin lê xala herî girîng ewe ku xala konferansa Cenewreye. Ji bo di Sûriyê de pirsgirêk bi riyê siyasî bê çareserkirin aliyên ku beşdarî konferansê dibin bi awayekî fermî dê wek alî bên desnîşankirin. Li ser vî bingehî di hevdîtinê de mijara me ya sereke dê ewbe ku em jî dixwazin beşdarî vê konferansê bibin. Her wiha Rûsya jî dewletek girînge. Endamê esasî yê Meclîsê Ewlekariyê Navnetewî ye. Di Rojhilatanavîn de xwedî rolek girînge. Li ser vî bingehî siyaseta wê ya Kurda ji bo me girînge. Em wek desteya bilin, ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê nerînên me hene. Em jî dixwazin rola xwe bilîzin. Hin tişt hene ku Ereb qebûl dikin em nakin, hin tişt jî hene ku em qebûl dikin Ereb nakin hene. Her wiha hêzên nawnetewî jî hin tişta qebûl nakin û hin alî hene ku aliyê Kurdî napejirînin.”