Desteserkirina şaredariyan kete rojeva Meclîsa Îrlandayê

Desteserkirina şaredariyên HDP'î kete rojeva Meclîsa Îrlandayê.

Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kete rojeva Meclîsa Îrlandayê.

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Sinn Feinê Sean Crowe mijar ji hikumetê pirsî û Berdevkê Têkiliyên Derve ya hikumeta Îrlandayê Simon Coveney bersiv da.

Di bersivê de hate ragihandin ku hikumeta wan tevî hevkariyên xwe yên Ewropayî rewşa mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasî ya li Tirkiyeyê bi fikar dişopînin.

Di bersivê de hate gotin, "Dûrxistina şaredarên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin û tayînkirina waliyan ji aliyê hikumetê ve bi taybetî cihê fikaran e. Gavên bi vî rengî derbê li encamên demokratîk ên hilbijartinên xwecihî dixe û hilbijêran ji temsîliyeta siyasî bêpar dihêle. Mijara têkoşîna li dijî terorê divê weke amûreke siyasî neyê bikaranîn û hurmet ji serweriya hiqûqê, mafên mirovan û demokrasiyê re bê nîşandan. Tevî hevkarên xwe yên Ewropî em ê fikarên xwe yên der barê mafên mirovan, azadiya îfadeyê, serweriya hiqûqê û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê hîn bêhtir bixin rojevê."