Desteka li çalakgerên greva birçîbûnê didome

Kurdistanî û dostên wan ku serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin gotin ji bo ku çalakî bi ser bikeve ew ê tişta ku ji dest wan tê bikin.

Serdana li çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji welatên cuda yên Ewropayê didome. Li gel gelê Kurdistanê saziyên şoreşger jî destek didin greva birçîbûnê. Komeke Partizan serdana çalakgeran kir.

Alî Akyuz ku li ser navê Partizan daxuyanî dayî, got ev çalakiya li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêbertiya civakekê bêyî nîqaşeke îdeolojîk divê mirov xwedî lê derkeve û ev peywira li ber her şoreşgerî ye.

'EM LI CEM DOSTÊN XWE NE'

Arda Eren ê ku di nav şandeyê de cih girtî jî got, ''Ez diyar dikim ku em destekê didine dostên xwe yên welatparêz yên ku ji bo tecrîda li ser lîderê PKK'ê rabe, dest bi grêva birçîbûnê kirine û em li cem wan in. Heta ku ev berxwedan encamekê bistîne em li cem dostên xwe ne.''

'DIVÊ DOSTÊN ME YÊN EWROPÎ DESTEKÊ BIDIN ÇALAKIYÊ'

Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur ku serdana çalakgeran kirî got li dijî tecrîdê li her qadê ew ê li ber xwe bidin û wiha domand, ''Armanca çalakiya me şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me ye.  Em Leyla Guven ku ev 44 roj in di grêvê de ye, slav dikin. Hevrêya me Leyla bi berxwedana xwe qerînek da, bersivek da. Her wiha ji bo tecrîda  ku faşîzma AKP-MHP'ê li ser Rêbertia me daniye rabe, berxwedanek e girîng e.''

Goksungur bang li Ewropayan kir û got, ''Divê dostên me yên Ewropî destekê bidin vê çalakiyê''.

'HETA KU EM ENCAMEKÊ BIGIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN'

Goksungur bi berdewamî diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê tenê li ser Kurdan nake û domand, ''Her hevdîtineke bi Rêbertî re nayê kirin, rehînkirina gelên Rojhilata Navîn û li pêş şoreşa Rojhilata Navîn û pêvajoya azadbûna wê asteng e. Li dijî vê tecrîdê bêdengiya CPT û DMME'yê nayê qebûlkirin. CPTya ku komîteya pêşîlêgir a êşkenceyê ye, bêyî destûra dewleta Tİrk nikare misyona xwe bi cih bîne.''

 Goksungur got daxwaza 15 hevalên wan ên di greva birçîbûnê de ji CPT û  KE'yê ew e ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne, li gorî hiqûqa navnetewî ya standart mafê girtiyan çi be ev heq ji bo Ocalan jî were naskirin.

Goksungur diyar kir tecrîda li ser Ocalan mînak wê tine, ji ber ku dizanin her gotineke Ocalan ji bo geşedanên li Kurdistanê û Tirkiyê, Rojava û Rojhilata Navîn çareseriyê wê ji bo kaosê bîne tecrîd hatiye girankirin û got heta ku encamekê bistînin wê çalakiyên xwe bi vî rengî bidomînin û KCDK-E di vê mijarê de wê bi helwesteke biryardar be.

'CPT DEMILDEST DIVÊ BIÇE IMRALIYÊ''

Wekîlê berê yê HDP'ê yê Wanê Kema Aktaş jî serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kir û got divê CPT û Konseya  Ewropa (KE) demildest bi peywira xwe rabe. Aktaş got ti agahî ji Ocalan nayê standin, ev ji bo Kurdan û ji bo her kesî cihê fikarê ye, bi salan e ku Kurd û dostên wan bang li CPT û KE'yê, NY'yê dikin lê heta niha bersiv nedane van bangan û got, ''Ev jinedîtî ve hatin, ev tecrîd û îzolasyon ji hêla mirovahiyê ve sûc e.''

Aktaş got di serî de CPT û saziyên Ewropa divê li dijî tecrîdê xwedî helwest bin û got, ''CPT û Konseya Ewropa divê li gorî pîvanên xwe ku prensîbên wan in biçin Imraliyê û demildest divê ji Rêber Apo agahiyê bistînin û tecrîda dijî mirovahiyê bikin rapor.''