Dest danîn ser amûrên paqijiyê yên girtiyê nexweş Gulmez

Derket holê ku dest danîne ser amûrên paqijiyê yên girtiyê nexweş Gulmez. Dayika Gulmez Sevgî Gulmez ê ji ber jiyana kurê xwe bi fikar e bang li Wezareta Edaletê kir û got: “dawî li vê zilmê bînin.”

Dest danîn ser amûrên paqijiyê yên girtiyên siyasî ku li derveyî paketa darazê ya 3’an a ku daxistina ji bo înfazan li xwe nagirin.

Her çendî Odaya Tebîbên Tirk (TBB) bal dikişînin ku yek ji cihên herî bi metirsîdar girtîgeh in jî, derket holê ku dest danîne ser amûrên paqijiyê yê girtiyên nexweş Elî Gulmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû ku di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Dayika Alî Gulmez Selvî Gumez ê li ser mijarê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku dest danîne ser amûrê paqijiyê yên kurê wî.

Dayik Gulmez anî ziman ku kurê wî 20 salin kurê wî yê girtî nexweşiya astim, gurçik û rûvî heye û destnîşan kir ku ev a hatî kirin tê wateya zalimtiyê.

Dayika Gulmez nerazîbûn nîşanî paketa ku girtiyên siyasî li xwe nagire da û bi gotina ‘Hûnin cihkariyê dikin? Ji bo diz, madefiroşin hişber deriyan vedikin, girtiyên nexweş li hundir dihêlin? Ev mirovatî ye? Tavilê dawî li vê zilmê bînin.’ Nerazîbûn nîşanî Wezareta Edaletê kir.

Sevîm Kalman a xalet û wasiyê Elî Gulmez jî diyar kir ku di serdana herî dawî ya ji bo xwarziyê xwe kevirê li ser gurçikên wî ketibû ji qûna wî xwîn dihat.

Kalman destnîşan kir ku xwarziyê wî yê 20 sal in li girtîgehê 19 sal e di tecrîdê de ye û gelek nexweşiyên wî hene. Kalman anî ziman ku ji dest girtina amûrên paqijiyê yê mirovekî wiha tê wateya xirabiyê.