Dersînorkirina sosret a welatiya Elman
Dersînorkirina sosret a welatiya Elman
Dersînorkirina sosret a welatiya Elman
Şaxê Ewlekariyê yê Emniyeta Stenbolê, welatiya Elman a ji Tirkiyê Ekîm Denîz Dogan a di bûyerên Parka Gezî de kir binçavan, tevî ne erka wê ye jî, bi awayekî bê huqûqî dersînor kir.
Rayedarên Şûbeya Ewlekariyê ya Emniyeta stenbolê, ku di deswerdana li pêvajoya Parka Gezî de bi zêdegaviya ji erka xwe gelek caran ket rojevê, derket holê ku vê carê xwe xistiye şûna Dadgehê û Muduriyeta Emniyetê. Welatiya Elman a bi eslê xwe Tirk Ekîm Denîz Dogan a di 7'ê Tîrmehê de di bûyerên Gezî de hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat berdan, bi helwesta kêfî ya Şaxê Ewlekariyê re, bêyî biryara dadgehê di 13'ê Tîrmehê de hat dersînorkirin. Parêzera dogan Zeycan Balci Şîmşek ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku bêyî haya dozgeriyê û muduiyeta emniyetê jê hebe, muwekîla wê bi lez û bez bêyî ewraqek jê re bê dayîn li balafirê hatiye siwarkirin û ew şandine Elmanyayê.
Ekîm Denîz Dogan (20) a li Elmanya çê bû û li wir mezin bû, beriya 3 mehan vegeriya bû welatê xwe Tirkiyê û li Stenbolê li gel xizmên xwe bicih bûbû. Dogan a ji berxwedana Parka Gezî re şahidî kir û li ser banga Piştgiriya Taksîmê ya 7'ê Tîrmehê hat Taksîmê, hat binçavkirin û pêvajoya derveyî huqûqê ya li dijî wê, destpê kir.
HEWLDAN LI PÊŞBERÎ POLÎSÊN MÊR, BI AWAYEKÎ TAZÎ LÊ BIGERIN
Dogan ji aliyê 4 polîsên sivîl de hat binçavkirin, ew li maşîna zirxî "akrep"ê siwar kirin û tevîl lêdana li hundurê maşînê, xwestin bi awayekî tazî lê bigerin. Li Muduriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Emniyeta Stenbolê, hewl dan li pêşberî polîsên mêr bi awayekî tazî lê bigerin û muayeneya anal lê hat ferzkirin. Dogan li pêşberî vê hewldana bê huqûqî li ber xwe da û li ser vê yekê, bi lêdanê ew xistin hucreyê. Dogan li dijî van kiryarên dij mirovahiyê dest bi grêva birçîbûnê kir û pêdiviyên ji av û şekir a bi rêya parêzera xwe xwest, bi awayekî kêfî jê re nehat dayîn. Tevî hemû hewldanên parêzeran, av û şekir nebirin û piştî 2 rojan jê re hatin dayîn.
LI SER HAT RÛNIŞTANDIN Û ŞOPA TILÎ HAT GIRTIN
Lê êşkence bi vê sînorkirî nema. Vê carê jî dor hat girtina şopa tiliyan. Polîsên mêr destpêkê Dogan li erdê dirêj kirin, li ser rûniştin, bi çongên xwe zor dan serê wê û bi zorê şopên tiliyên wê girtin. Parêzera Dogan Zeycan Balci Şîmşek dewama bûyeran anî ziman: "Roja 10'ê Tîrmehê ji bo dîtina Ekîm, bi parêzer Seyîd Nûsret Ozturk re em çûn cihê polîsan. Tevî ku di warê qanûnî de ti astengî li pêşiya hevdîtina me ya bi muwekîl re tineye, 3.5 saetan em sekinandin. Gava biryara dirêjkirina dema binçavkirinê derket, bi qasî 2 deqeyan hiştin em muwekîlê xwe bibînin û hewl dan vê yekê weke hevdîtina bi parêzeran re nîşan bidin. Dema me li dijî vê nerazîbûn nîşan dan, polîsek ji şaxê ewlekariyê hat, gef li me û muwekîlê me xwar û got, "Emê nîşanî we bidin, hûnê berdêla vê bi giranî bidin." Dûre me dît ku ev gef tê çi wateyê.
EGER ŞAXÊ EWLEKARIYÊ XWE TÊXE ŞÛNA DOZGERIYÊ
Ekîm, di 11'ê Tîrmeha 2013'an de li Edliya Çaglayanê hat berdan. Lê belê heman piştî serbestberdanê, polîsên şaxê ewlekariyê bi lez û bez ew birin şaxê biyaniyan. Bi awayekî matmayî em pê hesiyan, ku bêyî biryara dozgerê rastî Nazmî Okûmûş, Îsa Dalgiç ê îfadeya wî hat girtin û Mudurê Emniyetê, Ekîm Denîz Dogan bi însiyatîfa Muduriyeta Şaxê Ewlekariyê ve hatiye dersînorkirin. Dema ez çûm şaxê Ewlekariyê û min li Ekîm pirsî, ji min re gotin ew li şaxê biyaniyane û ewê were dersînorkirin. Me jî hema yekser li 4. Dadgeha Îdarî li dijî dersînorkirin û qedexeya ketina Tirkiyê doz vekirin. Li Şaxê Biyaniyan a Kûmkapiyê, dema me rojnameya Kizilbayrak ji Ekîm re anîn, wezîfedarên li ber derî destûr nedan û bi awayekî vekirî ji me re gotin, ji bilî rojnameyên Yenî Şafak û Zaman, ti rojname nayên girtin. Gef li me xwarin ku eger em bi lezgînî ji Ekîm re ji bo Elmanya bilêtekê peyda nekin, ewê Ekîm bi mehan li vê derê bê ragirtin û piştre ji welatekî sêyemîn re bê şandin. Em jî neçar man, bilêtê bikirin. Me serî li her derê dan, lê bi kêr nehat. Li gel biryara dadgehê û bêyî haya Muduriyeta Emniyetê jê hebe, polîsên şaxê ewlekariyê bêyî ewraqan bidê di 13'ê Tîrmeha sala 2013'an de Ekîm dersînor kirin."