Derkete holê ku AKP li Swêdê karê sîxûriyê dike

Serwîsa Nûçeyan a Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêd dengê tomarkirî ku ispat dikin dewleta Tirk muxalîfa deq dike weşand.

Di dengên tomarkirî de diyar dibe ku Serokê Yekîtiya Demokratên Tirk ê Swêd Ozer Eken bi şantaj û gefan zorê li kesekî bi navê Murat dike da ku agahiyan berhev bike.

Eken ji Murat re ku dixwaze nasekî xwe yê li Tirkiyê yê nexweş ziyaret bike lê newêre vê bike, dibêje ku alîkarî bi dewletê re bike û navê muxalîfan bibêje ew ê alîkariyê pê re bike.

Eken di heman demê de gefê jî lê dixwe û dibêje: ‘’Gotina min ev e; ku tu bi dewletê re alîkar bî dewlet jî wê bi te re alîkar be. Birayê min navê te di lîsteya AKP’ê ya muxalîfan de ye. Dixwazin xebatên te yên vir znibin. Heke agahiyên berbiçav nedî îşê te ne baş e.’’

WÊ JINA TE REHÎN BIGIRIN

Li ser pirsa ku ew biçe wê tiştek bi serê wî were yan na jî wiha bersiv distîne: ‘’Heke tu biçî Tirkiyê ew rîsk heye ku tu werî girtin. Tu yê werî girtin, jina te jî wê were girtin. Wê jina te rehîn bigirin. Ez bibêjim wê jina te bigirin. Beriya bi mehekê yekî Celepî bi PKK’yîbûnê îxber kirin. Zilam Tirkiye terikand lê jina wî ma. Dema ku xwest Tirkiyê terk bike ew girtin.’’

Eken dibêje ku agahî bidi wê alîkariyê bi Murat re bike û wiha dibêje: ‘’Dizanî şaxên min berbelav in. Ez dikarin bi Serokwezîr û Serokkomar re biaxivim. Heke tu alîkariyê bi dewletê re bikî dewlet jî wê alîkariyê bi te re bike.’’

ÎSTÎXBARATA KU TÊ BIDESTXISTIN RASTERAST DIÇE BER DESTÊ ERDOGAN

Ji tomarên deng diyar dibe ku AKP saziyeke îstîxbarî ava kiriye û agahiyên ku têne bidestxistin rasterast ji Serokwezîrê Tirk Yilidirm û Serokkomarê Tirk Erdogan re têne şandin.

Eker dubare dike ku ew pir nêzî Bînalî Yildirim e, dibêje agahiyên ku ew bi dest bixe bila ne konsolosxaneyê lê rasterast bide wî û ew ê jî bigihîne serokwezîrê Tirk.

Xebatên AKP’ê yên sîxûriyê û deqkirinê yên AKP’ê yên li Swêdê li gel UETD’ê ji hêla Konsolosxaneya Tirk û Nûnertiya Civakên Tirk û Ereb ên Li Derveyî Welat ve bi rengekî sîstematîk têne birêvebirin.

Kesekî ku ji ber sedema ewlekariyê nexwest navê xwe bide ji ANF’ê re axivî û got piştî 15’ê Temûzê hewldana darbeyê AKP ji bo ku muxalîfan û Guleniyan diyar bike endamên îstîxbaratê şandine Swêd û sê lîstiyên ku ji hêla Konsolosxaneya Tirk û

Nûnertiya Civakên Tirk û Ereb a Derveyî Welat ve hatîne amadekirin ji dewleta Tirk re hatine şandin.

Xebatên deqkirin û sîxûrtiyê ji hêla endamên MÎT’ê yên li konsolosxaneyê ve û melayan ve tê birêvebirin.

MELA SÎXÛRTIYÊ DIKIN

Endamê MÎT’ê kesên ku bi rengekî xapadine dişînin komeleyên Kurd, çalakî û bernameyên HDP’ê. Ji wan dixwazin ku wêneyan bigirin, têkildarî kesên ku tevlî bernameyan dibin agahiyan berhev dikin.

Di mizgeftên Diyanetê de ku ji hêla Konsolosxaneyan ve têne vekirin jî xebatên sîxûriyê têne kirin. Li 9 mizgeftên Diyanetê yê Swêd 14 mela dixebitin. Jêerên ku Ajansa Nûçeyan a Ekot bi wan re axiviye diyar kirine ku melayên ku li mizgeftan dixebitin bi rengekî sîstematîk muxalifan deq dikin û lîsteyên ku şandine dişînin Tirkiyê.

Emre Oguz ku ji Ekotê re axivî dibêje: ‘’Melayên ku bi diyanetê re dixebitin neçarin kesên ku têne mizgeftan bikin rapor. 2015’an beriya hewldana darbeyê ez bi meleyan re axivîm. Peywira van ev e ku têkildarî Cemetê raporan girêbidin û diyar bikin bê ka kî tê mizgeftê. Heke di nav wan kesan de ku têne mizgeftê nêzî PKK’ê kes hebin rapor li ser wan têne girêdan.’’

BERÊ TENÊ YÊ PKK’YÎ NIHA JÎ HER KESÎ DIKIN RAPOR

Oguz diyar dike ku beriya hewldana darbeyê melayan rapor berfirehtir amade kirine û wiha dibêje: ‘’Ferqa herî girîng ew e ku berê tenê yên PKK’yî dihatin raporkirin lê niha têkildarî her kesî agahiyê didin hev.’’

Oguz diyar dike yên ku beriya 15’ê Temûzê rapor li ser wan hatin girêdan li Tirkiyê têkildarî wan tiştel nehat kirin lê yên ku hatine deqkirin dema ku diçine Tirkiyê têne girtin.

Ekot ji bo berfirehtir agahiyan di vê mijara sîxurtiyê de bi Balyozê Tirk Kaya Turkmen re biaxive lê Turkmen bêyî ku hincetekê nîşan bide ev red kir.

Li Swêdê yasa xebatên sîxûrtiyê qedexe kirine. Ên ku van xebatan dikin 4 salan cezayê hepsê dixwin.

Profesorê Hiqûqê yê Navnetewî Ove Brîg  got gef û şantajên Eken dikarin weke sîxûrtiyê werin hesibandin û ev li dijî yasayên Swêd e.

WALLSTROM: WÊ ENCAMÊN VÊ YÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ ÇÊBIBIN

Wezerîrê Karê Derve yê Swêd Margot Wallstrom diyar kir ku rayedarên wezaretê bi telefonê bi konsolosxaneya Tirk re axivîn lê tu sedemen nîne ku bangî wan bikin da balyoz bikin.

Wallstrom diyar kir ku beriya bi salekê li ser îdîyên sîxûrtiyê bi Balyozê Tirk re nîqaş kirine û got, ‘’Heke Hikûmeta Tirk li Swêdê xebatên sîxûriyê kiribin wê encamên vê yên siyasî û hiqûqî hebin’’

Wekîlê Partiya Lîberal û Berdevkê Karê Derve Bîrgîtta Ohlsson li dijî deqkirina muxalîfên dewleta Tirk helwest nîşan da û xwest ku Wezareta Karê Derve ya Swêd bang li balyozê Tirk bike.

Piştî ku nûçeya têkildar di Ekotê de weşiya Ajansên Nûçeyan a Swêdê jî nûçe par ve kir û piştre xebatên sîxûriyê yên dewleta Tirk hema hema di hemû çapemeniya Swêd de cih girt.