Derket holê ku kesê Turkan Elçî tehdîd kir polîs e
Derket holê ku kesê Turkan Elçî bi rêya tevna civakî tehdîd kir polîsê bi navê Gencer Erkûl e.
Derket holê ku kesê Turkan Elçî bi rêya tevna civakî tehdîd kir polîsê bi navê Gencer Erkûl e.
Derket holê ku kesê Turkan Elçî bi rêya tevna civakî tehdîd kir polîsê bi navê Gencer Erkûl e.
Midûriyeta Emniyeta Stenbolê der heqê polîs Gencer Erkûl ê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglû wezîfedar e bi sedema Turkan Elçî bi rêya tevna civakî tehdîd kir lêkolîn da destpêkirin.
Midûriyeta Emniyeta Stenbolê, piştî nûçeya di ajansa me de ya têkildarî Gencer Erkûl ê bi rêya tevna civakî Turkan Elçî ya hevsera Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê duh hat qetilkirin bi gotina, “Dora te ye” tehdîd kir, teyîd kir ku Erkûl polîs e.
Midûriyeta Emniyetê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku der barê polîs Gencer Erkûl de lêkolîn daye destpêkirin.