Deriyê Parlamenta Iraqê hat girtin; Kurd vegeriyan mala xwe

Aliyên siyasî yên li Iraqe li hev nekirin û parlament girtin. Parlamenterên Kurd jî vegeriyan Herêma Kurdistanê biryar dan, ku heta li gorî qanûnan rûniştinên parlamentê pêk neyên, ew ê vegerin Bexdayê.

Pêvajoya ji bo guhertin û reformê li Iraqê destpê kir, bi demê re ber bi aliyê etnîkî û mezhebî ve çû. Pirsgirêk gav bi gav veguherî krîz û daxwaza guhertina serokkomar, serokwezîr û parlamentê. Di dawiya dawî de aliyên siyasî li hev nekirin û deriyê parlamentê girtin.

Krîza li Iraqê, ji aliyê komek ji partiya çek û rêxistinên civakî yên sivîl ku bi daxwaza reformê li Meydana Tehrîrê çalakî lidar xistin û alîgirên Sadr ên bi fetwa lîderê Şîa Muqteda El Sadr tevlî bûn, destpê kir. Xwepêşandêran dan xuyakirin, ku li Iraqê û di nava hikûmetê de nelirêtî hene û ji bo hikûmeteke teknokrat were avakirin, zext li Serokwezîr Haydar El Ebadî kirin. Bi vê armancê di destpêkê de her roj, dûre jî, piştî ku Sadr ji bo guhertina hikûmetê 45 roj dem nas kir, rojên Înê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di 26'ê Sibatê de lîderê Şîa Muqteda El Sard jî beşdarî van xwepêşandanan bû.

DI NAVA 45 ROJAN DE ÇI QEWIMÎN?

Roja 13'ê Sibatê ji ofîsa lîderê Şîa Sadr daxuyaniyeke nivîskî ha weşandin û aht gotin, "Ji ber ku biryarên reformê yên ji aliyê hikûmetê ve hatin bilêvkirin bicih nehatine anîn, ev yek xiyanetek li hemberî gel e. Di nava 45 rojan de eger gav neyên avêtin, em ê dengê xwe yê pê baweriya bi hikûmeta Ebadî vekişînin."

Di nava van 45 rojan de partiyên siyasî yên li Bexdayê ji bo cihê lingê xwe zexm bikin, dest bi dîplomasiyê kirin. Haydar Ebasdî ji bo avakirina desteya nû ya wezîran bi hemû aliyan re dest bi hevdîtinan kir û nêrînên wan girt. Hewl da formuleke navberê peyda bike. Ji aliyên hikûmetê yên Sûnî, Şîa û Kurdan xwest, lîsteyek navan ji bo guhertina desteya wezîran bidin.

Lê belê Kurdan dan xuyakirin, ku ew li hemberî hikûmeteke teknokrat in, lewma divê ji her partiyên hevparê hikûmetê ne li gorî para xwe wezîran wezîfedar bikin. Û diyar kirin, ew ê ji bo hikûmeta teknokrat lîsteyê pêşkêş nekin.

Di nava 45 roj in Sadr diyar kiribû de hikûmet ava nebû. Sadr bi daxuyaniyeke nû re ragihand ku ew demê heta dawiya meha Adarê dirêj dike.

HEWLDANÊN EBADÎ YÊN JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ BÊBERSIV MAN

Tevî ku Kurd li hember derketin jî Ebadîd i 31'ê Adarê de lîsteya desteya nû ya wezîran radestî serokê parlametnê kir. Li gorî lîsteya Ebadî hejmara wezîrên di nava hikûmetê de ji 22'an daket 16'an. Ebadî, bêyî fraksyiyona Kurd pê bihesîne di desteya xwe de cih da navên Kurd. Vê yekê rê li ber nerazîbûna Kurdan vekir. Tevî nerazîbûnan jî Haydar Ebadî di 4'ê Nîsanê de lîsteya desteya wezîran pêşkêşî parlamentê kir û biryar da ku di nava 10 rojan de dengdana li ser pê baweriyê bê kirin.

Wezîrên Koma Ahrar a ser bi lîderê Şîa Muqteda El Sadr dan xuyakirin, ku ew ji hikûmeta heyî ya Serokwezîr Ebadî îstifa dikin.

Ebadî, ji be nerazîbûna Kurdan a li desteya destpêkê ya wezîran, di 12'ê Nîsanê de navên namzetên di desteya nû de cih bigirin pêşkêşî parlamenta Iraqê kir. Di lîsteya nû ya Ebadî de navên Kurdan cih negirtin. Her wiha li şûna 16 wezîran 14 wezîr hat pêşkêşkirin. Ji ber ku Kurdan namzet nîşan nedan 2 wezareta vala man.

Dihat payîn ku dengdan li ser vê desteya nû bê kirin, lê di vê demê de komek ji parlamenteran li parlamentê dest bi grevê kirn û xwestin serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentê werin guhertin. Ji ber vê çalakiyê dengdan nehat kirin.

DAXWAZA GIRTINA JI WEZÎFEYÊ

Li parlamenta Iraqê roja 13'ê Nîsanê komek ji parlamenteran bi daxwaza ji wezîfeyê girtina serokkomar, serokê parlamentê û serowkezîr çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakî bi pêşengiya Koma Ahrar pêk hat û parlamenterên ji lîsteya Koalîsyona Neteweyî ya Eyad Ellawî û Dewleta Qanûnê ya Nûrî El Malîkî destek dan. Di vê çalakiya ji parlamenterên Sûnî û Şîa de 3 parlamenterên Kurd jî amade bûn.

Dihat payîn, ji bo diyarkirina lîsteya desteya nû ya Ebadî parlament danê sibehê saet di 10:00 ê 14'ê Nîsanê de bicive. Lê belê ji ber ku parlamenterên çalakger salona rûniştinê dagir kirin, ev rûniştin pêk nehat.

Lê belê di dengdana bi beşdariya 174 parlamenteran de 171 parlamenteran dengê 'erê' bi kar anîn û biryar dan Serokê Parlamentê Selîm Cîbûrî û alîkarên wî Aram Şêx Mihemed û Hûmam Hemûdî ji wezîfeyê bên girtin. Ji bo Serokatiya Parlamentê Adnan Cenabî ji bo demekê hat wezîfedfarkirin.

Serokê Parlamentê Cîbûrî di heman rojê de daxuyanî da û diyar kir, pêkanîna rûniştineke wiha lid ijî qanûnan e û ti rewabûna wê nîne.

Parlament wê di 16'ê Nîsanê de biciviya, lê serokê parlamentê bi hinceta ewlekariyê nehişt bicive. Koma parlamenteran a dixwestin serokê parlamentê biguhere, careke din çalakiya rûniştinê li parlamentê dan destpêkirin.

Serokkomar Fûad Masûm ji bo çareserkirina krîzê bang li parlamentê kir ku bicive û formuleke naberê bibîne. Xwest ku mayîna li ser erka xwe ya Cîbûrî û alîkarên wî, bi biryara dengdayînek ji hemû parlamenteran bê stendin. Di 18'ê Nîsanê de parlament ji bo nirxandina vê pêşniyarê li hev civiya. Lê belê ji ber ku aliyan di pêşniyarên xwe de israr kirin, dîsa encamek bi dest neket.

ENCAM

Li Iraqê siyaseta li dora mezheb û rewşa etnîkî tê meşandin her roj rê li ber pirsgirêkên nû vedike. Parlament jî vediguhere navendeke pazara siyasî. Pêvajoya ji bo guhertin û reformê li Iraqê destpê kir, bi demê re ber bi aliyê etnîkî û mezhebî ve çû. Pirsgirêk gav bi gav veguherî krîz û daxwaza guhertina serokkomar, serokwezîr û parlamentê. Di dawiya dawî de aliyên siyasî li hev nekirin û deriyê parlamentê girtin.

Ji ber vê lihevnekirina navbera komên li parlamentê Serokatiya Parlamentê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku ji bo demekê navber ji rûniştinên parlamentê hatiye dayîn.

Piştî vê daxuyaniyê Parlamenterên Kurd jî vegeriyan Herêma Kurdistanê biryar dan, ku heta li gorî qanûnan rûniştinên parlamentê pêk neyên, ew ê vegerin Bexdayê.