Derewa li ser bûyera Serêkaniyê pûç bû: Doz betal bû
Doza li ser kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê di dema 'pêvajoya çareseriyê' de betal bû û girtî hatin berdan.
Doza li ser kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê di dema 'pêvajoya çareseriyê' de betal bû û girtî hatin berdan.
Rûniştina biryarê ya doza li ser kuştina polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Ûçar ku 22'ê Tîrmeha 22015'an li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat. Di rûniştina 13. de heyeta dadgehê biryara beratê da 9 kesên ku bi cînayetê dihatin sûcdarkirin û 4 ji wan girtî bûn.
Bersûcê girtî dihatin darizandin Hasan Aydin, Hüseyin Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Naci Yilmaz bi sedema li ser medya civakî parve kirine, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" rastî Salek û 6 meh cezayê hepsê hatin û hatin berdan.
Kuştina bi guman a 2 polîsan li Serêkaniyê ji bo qedandina "pêvajoya çareseriyê" weke bahane hatibû nîşandan. Di dozê de ti delîl nebûn û bi gelek nakokiyan bûyer weke komployekê dihate dîtin.