Dêrê dayîna çekan ji bo hêzên Kurd destek kir
Dêrê dayîna çekan ji bo hêzên Kurd destek kir
Dêrê dayîna çekan ji bo hêzên Kurd destek kir
Konferansa Pîskoposan a dêrên Katolîk ên Elman temsîl dike, di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de biçekkirina hêzên Kurd destek kir. Serokê Konferansa Pîskoposan Kardînal Reinhard Marx bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li hemberî DAIŞ'ê û got, "Biryareke rast e ku Elmanyayê çek da hêzên sivîlan diparêzin."
Serokwezîra Elman Angela Merkel, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel, tevî Wezîrên Karên Derve, Parastin û Pêşvebirinê, di 30'ê Tebaxê de biryar dabûn ku alavên leşkerî yên bi qasî 4 hezar kesî biçek bikin, bişînin Başûrê Kurdistanê. Lê belê hin derdor li hemberî vê biryarê derketibûn.
MARX: PÊWÎSTIYA ROJHILATA NAVÎN BI KONSEPTA AŞTIYÊ HEYE
Serokê Konferansa Pîskoposên Elman Kardînal Reinhard Marx ji rojnameya "Bild" re axivî û got, "Biryareke rast e ku hikûmetê çek da hêzên Kurdan. Tundî aştiyê nîne, lê belê tundî dikare alîkariyê bide parastina mirovên sivîl-bêguneh. Ji ber vê yekê dayîna çekan ji bo hêzên mirovên bêguneh diparêzin, biryareke watedar a Elmanyayê ye."
Kardînal Marx da xuyakirin ku ji bo dema dirêj pêwîstiya Rojhilata Navîn bi konsepteke aştiyê heye û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê rê li ber fikarên mezin vedikin. Kardîlan Marx got, "Şerê li Rojhilata Navîn min gelekî diêşîne. Trajediyeke mezin tê jiyîn. Pîskoposên li herêmê dibêjin ji sala 1800 û vir ve yekemcar Xiristiyan rastî zexteke bi vî rengî tên. Bêguman li gel Xiristiyanan, hindikahiyên din ên olî yên li herêmê jî rastî zilmeke mezin tên."
Lîderê olî yê Elman Marx bal kişand ser gotina "Şerekî mafdar nîne" ya Papa Johannes Paul a ji bo şerê DYA yê sala 2003'an li Iraqê gotibû û ev nirxandin kir, "Şer her tim karesateke. Lê belê hin rewş hene, ku tundî dikare mirovan biparêze. Em ji bo aştiyeke adîl têdikoş in."
Nêzî meheke nîqaşa "Em çekê bidin Kurdan" di nava raya giştî û çapemeniya Elman de hebû. Di encamên lêpirsînên li nava gel de, ji sedî 60 ê Elmanan li dijî dayîna çekan ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê derketibûn.
Lê belê li dû biryara hikûmet û meclîsê, di 5'ê Îlonê de alavên destpêkê yên elşkerî gihaştin bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê.