Derbarê 26 parêzeran li Rihayê lêpirsîn hate destpêkirin

Serokên Baroya Rihayê jî di nav de derbarê 26 parêzeran bi îdîaya ‘muxalefetî ji bo civîn û xwepêşanderan re kirin’ ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê Serokê Baro Abdullah Oncel jî di nav de di derbarê 26 parêzeran de bi hinceta ‘Li gorî hejmara 2911 muxalefetî ji qanûna civîn û xwepêşandanan re kirin’ lêpirsîn da destpêkirin.

Kesên lêpirsîn derbarê wan de hatine kirin wiha ne: Serokê Baro Abdllah Oncel, Fazîlet Taştan Arserîm, Gulistan Ayalp, Hasan Mûrat Ûmît, Hîdayet Enmek, Îbrahîm Halîl Alagoz, Îbrahîm Halîl Dûrmaz, Berfîn Gokkan, Îsmaîl Alakûş, Melîscan Guneş, Mevlût Guneş, Mûstefa Aydinlik, Mûstefa Vafa, Nahîde Polat Aslan, Ronahî Peydaş, Serdîl Îzol, Velat Karahan, Sedat Altûndag, Mhrîban Çelîk, Esra Altûn, Ferhat Altûn, Ferhat Benek, Gul Tektaş, Îbrahîm Halîl Oyke, Gulbeyaz Agaç Tuncel, Omer Elden”

Seroka Baro Abdullah Oncel li ser lêpirsînê li ser Twîtterê ev got: “Ji bo rûmeta pîşeya parêzeriyê li gel parêzerên hevpîşeyên xwe bên darezandin ji bo min madalyona rûmetê ye.”