Der Spiegel: Erdogan Kobanê li dijî cîhanê bikar tîne
Der Spiegel: Erdogan Kobanê li dijî cîhanê bikar tîne
Der Spiegel: Erdogan Kobanê li dijî cîhanê bikar tîne
Kovara Elman Der Spîegel di hejmara xwe ya nû de berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di wêneyê bergê de bi cih kir. Kovara ku bi bergê 'Artêşa Xweda ya bê Xweda’ derket diyar kir ku Erdogan Kobanê hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî Cîhanê wek şantaj bikar tîne.
Kovara Der Spîegel ku 6 mîlyon xwendevanê wê hene ne tenê li Elmanyayê li Ewropayê jî xwedî dînamîkek mezin e. Nêzî 70 salî ye heye û heta niha gelek belgeyên veşarî, skandal derxistiye holê.
Di hema Tebaxê de di hilbijartinên Serokkomariyê ya Tirkiyeyê de bi wêneyê bergê yê 'Dewleta Erdogan’ derket û ji derketina Erdogan heta bilindbûna wî vîrajên girîng vegot û vê carê jî polîtîkaya Erdogan a der barê DAIŞ’ê de û berxwedana Kobanê vegot. Bi bergê ‘Artêşa Xwedaya ya bê Xweda’ derket.
POLÎTÎKAYA DURÛ YA ERDOGAN
Di nûçeyê de êrîşên DAIŞ’ê yên ku ev meheke li dijî Kobanê tên meşandin bi berfirehî cih danê û wiha got: “DAIŞ wê li hemberî me hemûyan komkujiyê pêk bîne û me hemûyan bikuje. Tirkiye alîkariyên herêmî dê bloke bike. DAIŞ a li sînor disekine, leşkerên xweda yên bê xwedan e. Di rewşa ku Kobanê bikeve de wê pêvajoya di navbera Hikûmeta Tirk û PKK’ê de sabote bibe.
Tirkiye li dijî Kobanê û Rojava polîtîkaya durû dimeşîne û di hedefa Enqereyê de rêveberiya xweser a li Rojava hatiye avakirinê heye. Di demên dawî li Tirkiyeyê dîmenên ku salên 90’î tîne hişê mirovan tên jiyîn.”
Kovarê stratejiya ku Erdogan der barê Kobanê dimeşîne jî wiha vegot: "Di dema Serokwezîrtiya xwe de li dijî Kurdan gelek polîtîka meşand û wek Serokwezîrekî ku PKK’ê re pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin ket dîrokê. Lê piştî êrîşa Kobanê bûyeran pêvajo xist xetereyê. Hikûmeta Tirk û artêşa Tirkli DAIŞ’ê stratejiya dualî pêk anîn. Hem xwest li Sûriyê Esad bixîne û hem jî Kurdan di bin tehdîda şah-mat de bihêle.
Gelek sedemên Erdogan hene ku alîkariyê bide Kobanê. Lê vê nake. Serokkomarê Tirk hem li Kurdan û hem jî li Cîhanê şantajê dike. Kobanê bi kar tîne. Li Kobanê komkujiyek heye. Li gorî hikûmeta Enqereyê şerê li Kobanê wê Kurdan qels bike û êdî nikaribin dengê xwe bikin.
PIŞTGIRIYA TIRKIYE DIDE DAIŞ’Ê
Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiye alîkariya ji bo Kobanê asteng dike û hewl dide DYA’yê jî bikişîne nava şert û got: “Erdogan komkujiya Kurdan erê kir. Piştgiriya ku AKP dide DAIŞ’ê êdî aşkera ye. Di serê meha Îlonê de li ser hinek DAIŞ’iyên ku hatibûn kuştin cebilxaneya MKE hate dîtin. DYA li ser vê gelek li Tirkiyeyê xeyidî. Di 22’ê Îlonê de li Sûriyeyê di êrîşeke hewayî ya li dijî DAIŞ’ê de endamên Weqfa Mafê Mirovan (ÎHH) mir. Di 4’ê Cotmehê de jî balafira aîdî rêyên hewayî ya Pegasusê bû 9 DAIŞ’î dibir û ew beyî bikevin ber kontrolê peya bûn û li otobusê siwar bûn.
JIN LI ENIYA PÊŞ ŞER DIKIN
Di belgeyê de hat gotin ku Serokwezîra Elman Angela Merkel stratejiya Tirkiyeyê dibîne û got: “Divê Merkel vê rewşê bizane û li gorî vê bibe xwedî helwest. Di berxwedana Kobanê de şervanên jin yên YPJ’ê di eniya pêş de têdikoşin.”