Der heqê rojnamevanên li Farqînê de biryara binçavkirinê hat dayîn

Li Farqînê, ku nûçegihanên DÎHA û Ozgur Gun TV hatin binçavkirin, dozgeriya Tirk mora xwe danîn binê biryareke sosret û biryar da ku hemû rojnamevanên din ên li navçeyê werin binçavkirin.

Dozgeriya Tirk ji bo vê biryara xwe jî îdîaya "tevî qedexeyê jî rojnamevan li kolanan e" hincet nîşan da.

Li navçeya Amed Farqînê, qedexeya derketina derve di roja 3. de ye. Rojnamevanên ku dîmenên êrîşên polîs û tîmên tevgera taybet ên li gelemperiya navçeyê digirin, bi gefa binçavkirinê re rû bi rû ne. Îro danê sibehê nûçegihanê DÎHA'yê Serhat Yuce û nûçegihanê Ozgur Gun TV Mûrat Demîr hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku dozgeriyê biryar daye hemû rojnamevanên din ên li navçeyê werin binçavkirin.

Li navçeyê, berxwedana gel a li dijî êrîşên polîs û tîmên tevgera taybet jî, dewam dike.