Denîz Poyraz hate bîranîn: Ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin

Denîz Poyraz li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate bibîranîn. Li bîranînê hate gotin, "Êriş ji aliyê dewletê ve hatiye kirin."

Endama HDP’ê Denîz Poyraz ê ku 17’ê Hezîrana 2021'ê bi êrişeke çekdarî li avahiya Rêxistina Îzmîrê ya HDP’ê ji aliyê faşîstekî dewletê ve hat qetilkirin, di salvegra yekemîn a qetilkirina wê de hate bîranîn.

Bîranîn li salona ku Poyraz lê hat qetîlkirin hate lidarxistin. Her wiha li salona bîranînê pankartên bi nivîsa "Li ser sifreya rojê, li ser rêya Denîzan“ hate daliqandin. Malbata Denîz Poyraz, Cigirê Serokê HDP’ê Saruhan Oluç, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementer û nûnerên saziyên sivîl û gelek endamên partiyê tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi sinevîzyona ku ji bo Denîz Poyraz hate amadekirin destpê kir.

'ÊRIŞ JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATE KIRIN'

Piştî sinevîzyonê Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got: "Partiya me her tim ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye dorpêçkirin. Li ber derî konek heye û her tim tê şopandin. Ev êrişeke dewletê ye. Bi vê êrişê dixwazin HDP’ê ku hêviya gelan e, tasfiye bikin. Lê ev salon tijî ye. Em natirsin û teslîm nabin, bi hêza ku ji Denîzê distînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Partiya me weke terorê didin nîşandan û dikin hedefa çete û mafyayan. Yên ku van tiştan dikin, dixwazin partiya me bigirin. Lê belê me li Amedê partiya wan girt. Gelê me ji bo ku dawiya van polîtîkayên qirêj bîne, çi ji destên wan bê bikin û wan li sergoreya dîrokê tune bikin."

Kemalbay destnîşan kir ku dayîk û bavê Denîz Poyraz têvî êşa zaroka xwe jî dev ji gotina aştiyê bernadin û wiha dewam kir: “Kî bû ya ew ê bi hêrs bibûya. Lê hemû cîhan ji gelê Kurd û jinên Kurd fêrî gelek tiştan dibin. Em ê dengê aştiyê ya dayikên ku li vê axê zarokan wan ji aliyê faşîzmê ve hatine qetilkirin, bilind bikin."

Piştî axaftinan Denîz Poyraz saet di 10:50’an de dema hate qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin”hatin qîrîn. Kesên ku tevlî bîranînê bûn piştre çûn ser gora Denîz Poraz a Buca Kaynaklarê.