Denîz Nakî: Dibe ku êrîş ji aliyê MÎT'ê ve hatibe kirin!

Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî, dema ku bi wesayita xwe ji Aachenê diçû Kolnê, êrîşeke çekdarî lê hate kirin.

Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî anî ziman ku dema bi wesayita xwe di otobana A4 a navbera Aachen-Kolnê de di rê de bû, ji aliyê çepê ve êrîşeke çekdarî lê hatiye kirin.

Nakî diyar kir ku wî kesên gule berdane wî nedîtiye û got, "Çend caran gule berdan. Du fîşek li wesayita min ketin. Êrîşar bi lez û bez ji cihê bûyerê çûn."

Denîz Nakî li cihê ku bûyer lê qewimî ji ANF'ê re axivî û got, "Bi fikar im; dibe ku ev êrîş ji aliyê MÎT'ê ve hatibe kiri."

Nakî bal kişand ser pirsgirêkên hiqûqî ku çend sal in li Tirkiyeyê derdikeve pêşiya wî û bi bîr xist ku Parlamenterê HDP'yî Garo Paylan beriya niha bi demeke kin eşkere kiribû ku hin kom li Ewropayê plana sûîqestê dikin.

Nakî her wiha bi bîr xist ku 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama sûîqestê de hatin kuştin û got, "Dibe ku piştî 5 salan xwestin sûîqestê li min bikin. Nekarî bikin, wê nikaribin bikin. Natirsim, sekna me bi serbilindî ye."

Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.