Dengek ji HDP'ê re, yek jî ji Demîrtaş re

Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer bang li dengdêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe ji roja dawî re nehêlin û got, "Dengek ji HDP'ê re, yek jî ji Demîrtaş re."

Dengdana li Elmanyayê ku îro dest pê kir wê heta 19'ê Hezîranê bidome.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahir Koçer ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir ku wan ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê amadekariyên xwe qedandine. 

Koçer got, wê zêdeyî 2 hezar muşahît û 200 rayedarên dikarin îtiraz bikin, bi navê HDP'ê bixebitin.

Koçer da xuyakirin ku ji bo dengdêrên derfetên wan nîne, wan wesayit amade kirine û li her cihî dikarin wan bibin navendên dengdanê.

Koçer bi bîr xist ku dengdana li Elmanyayê wê heta 19'ê Hezîranê bidome û ev bang kir: "Em ji gelê xwe rica dikin ku dengê xwe ji roja dawî re nehêle û di hefteya destpêkê de dengê xwe bide."

Li ser dengdanê jî Koçer got, "Yek ji xusûsên ku divê bala gelê me li ser be, pisûlaya dengdanê ye. Weke ku tê zanîn 2 pisûla hene. Pisûlayek ji bo Serokkomariyê, pisûlaya din jî ji bo partiyan e. Yanî wê dengekî xwe bide Selahattîn Demîrtaş, dengê din jî bide HDP'ê. Dema ku desteya sindoqê ji bo dengdanê pisûla da, divê destpêkê li pişt wê binerin bê mohra YSK lê heye yan na. Eger mohra YSK li pişt pisûlayê tine be, ew pisûla derbas nabe. Û dema dît mohr lê nîne, divê radestî desteya sindoqê bike."

'GEL WÊ HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer herî dawî diayr kir ku 24'ê Hezîranê dikare dawî li faşîzma Erdogan û Bahçelî bîne û got, "Stratejiya bingehîn a faşîzma AKP-MHP'ê kuştina Kurdan e. Gelê Kurd û hemû gelên bindest, wê vê hilbijartinê weke firsendekê bibînin û hesabê komkujiyan bipirsn."