Dengê 'NA' li Ewropayê zêde dibe
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, di referandûma li ser dîktatoriyê de dibêjin 'NA'. Li Swêd, Swîsre û Elmanyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' bi berfirehî dewam dikin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, di referandûma li ser dîktatoriyê de dibêjin 'NA'. Li Swêd, Swîsre û Elmanyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' bi berfirehî dewam dikin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, di referandûma li ser dîktatoriyê de dibêjin 'NA'. Li Swêd, Swîsre û Elmanyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' bi berfirehî dewam dikin.
STOCKHOLM
Kampanya 'NA' ya li Swêdê, bi semîner, konferans û şevan li bajar û navçeyên cuda dewam dike.
Komîteyên 'NA' yên li paytext Stockholm û bajarên Goteborg, Malmo, Orebro, Gavle, Vasteras, Ûppsalayê hatin avakirin, ji bo dengdana 8-9'ê Nîsanê hilbijêran bigihînin taxa Kîsta ya Stockholmê, standan vedikin û serdana malan dikin.
Li bajarên Stockholm, Malmo, Ûppsala û Goteborgê, di nava hefteyekê de gelek konferans û semîner hatin lidarxistin, ku Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal weke qiseker beşdar bû.
Konferans herî dawî li bajarê Ûppsalayê pêk hat û zêdeyî 300 Kurd, Tirk, Elewî, Asûrî-Suryanî tevlî bûn.
Hin partiyên Partiya Çep û endamên meclîsaa şaredariya Ûppsalayê beşdarî civînê bûn û piştgirî dan kampanya 'NA'.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Nûnerê HDP'ê yê Swêdê Hasan Bozlak axivî û got, "Di vê referandûmê de em ê li Swêdê derseke mezin bidin AKP'ê. Gelek endamên AKP'ê jî wê dengê NA bidin û dengekî xurt ê NA wê ji Swêdê bilind bibe."
Parlamenterê berê yê Partiya Çep Jacob Johnson jî anî ziman, ji bo piştgiriya ji têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re, ew destekê didin kampanya NA. Johnson destnîşan kir, ku girtina parlamenterên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û xwest, tavilê bên berdan.
Alîkara Serokê Partiya Çep ê Ûppsalayê Yekbûn Alp der barê nêrîna Partiya Çep a li ser referandûmê de got, "Patriya Çep li dij e ku hîn bêhtir erk radestî Erdogan were kirin. Ji ber vê yekê partiya me bang li hemû hilbijêrên li Swêdê kir, ku di referandûmê de dengê NA bidin."
Alp her wiha xwest, êrîşên li dijî Kurdan bên qedandin û navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî destnîşan kir, ku sîstema tekparêz a ku Kurdan û Elewiyan red dike, di encama zexta nasnameyên cuda de terizî ye.
Kartal got, "Hemû bindestên alîgirê azadî û demokrasiyê, em bibin yek, bi hev re tevbigerin. Em ji hêzên ku dixwazin faşîzmê serdest bikin, xurtir in."
Hunermend Pinar Aydinlar da xuyakirin, ku ji bo afirandina jiyaneke nû ya gelê Kurd û gelên din, firsend afiriye û got, "Eger em bi hev re tevbigerin, em ê karibin azadiyê ji nû ve ava bikin." Aydinlar piştre bi zimanên Kurdî û Tirkî hunera xwe pêşkêş kir.
BERN
Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, ji bo referandûmê îro dest bi dayina dengan dikin. Heta 9'ê Nîsanê wê hilbijêrên li vî welatî saet di navbera 09:00-21:00 de her roj li Konsolosxaneya Tirk a li Cenevreyê, Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bernê û Konsoloxaneya Tirk a Zurîchê biçin ser sindoqan û deng bidin.
Li Swîsreyê ku 93 hezar 500 hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên qeyidkirî hene, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijarê de HDP weke partiya yekemîn bi ser ketibû.
Nûnerên rêxistinên nava Platforma NA ya Swîdreyê destnîşan kirin, ku dengê 'NA' yê ji Ewropayê bilind bibe, gelekî girîng e û bang li her kesî kir ku ji îro ve biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Mala Gel a Lozanê ku beriya niha bi demeke kurt hat damezrandin, panelek li ser rewşa dawî ya siyasî organîze kir. Huseyîn Yeter weke qiseker beşdarî panelê bû û bal kişand ser girîngiya dengê NA.
OFFENBACH
Li bajarê Offenbahc ê Elmanyayê jî Platforma NA çalakiyek lidar xist. Nûnerên gelek saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî çalakiya li salona Hafen 2 bûn.
Lis er navê Platforma NA Selver Erol axivî û got, "Em ê heta roja dawî ya dengdanê hilbijêran bibin ser sindoqan û di vî warî de me amadekariyên xwe qedandine."
Parlamentera Serbixwe ya Eyaleta Hessenê Murvet Ozturk jî got, "Ji ber ku em li dij in Tirkiye ji aliyê şexsekî ve bê birêvebirin, ji bo em bêjin 'NA' ji dîktatoriyê re, weke komek ji parlamenterên Elman, şexsiyet û nûnerên saziyan me dest bi kampanyayekê kirin."
Çalakî bi stranên Grûp Ethnotolîa yên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî qediya.