Dengdan qediya

Dengdana ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê qediya.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdana ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê qediya. Hilbijêran li 180 hezar û 65 sindoqan dengê xwe dan.

Dengdanê saet 8'ê sibehê dest pê kir û saet 17'an qediya. Hilbijêrên ku saet 17'an li navenda dengdanê ne, piştî ku ji aliyê serokê herêma dengdanê ve hatin jimarin wê karibin dengê xwe bidin.

Rejîma AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê û bi taybetî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bêhiqûqî kir. AKP'yiyan ji yekê zêdetir deng dan. Li Pirsûsê jî bi çekan gef li welatiyan xwarin.