Demîrtaş: Yekane rêya rizgariya ji vê rewşê muzakere ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş di hevdîtina xwe ya bi nûnerên saziyên civakiyê yên sivîl re diyar kir ku yekane rêya rizgariya ji vê rewşê muzakere ye û banga 'vegera li maseyê û dewamkirina pêvajoyê' li AKP'ê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş di hevdîtina xwe ya bi nûnerên saziyên civakiyê yên sivîl re diyar kir ku yekane rêya rizgariya ji vê rewşê muzakere ye û banga 'vegera li maseyê û dewamkirina pêvajoyê' li AKP'ê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi serokên odeyên esnaf û sanatkaran re li Odeya Civînê ya HDP'ê ya li Meclîsê hevdîtin kir.

Demîrtaş kêfxweşiya xwe ya ji ber sedana rêxistinên civakî yên sivîl anî ziman û got, "Mesaja we ya îro girîng e. Ez bawerim ku derdê me hemûyan heye. Em dest bidin hev, ti derd nîne ku em çareser nekin. Hûn nûnerên gel ên ku herî zêde êşê dikişînin e. Hem hûn ewladên xwe ji dest didin, hem canê we dişewite, hem jî aboriya we zerareke mezin dibîne. Hewldana we ya aştiyê gelekî pîroz e. Weke HDP em xwedî li tevahiya daxwazên aştiyê derdikevin."

Demîrtaş destnîşan kir ku eger dengê gel ê heqaniyetê bi xurtî derkeve, hem siyasetmedar, hem jî Qendîl wê guh bidin dengê gel û xwest sivîl dengê xwe yê li dijî şer bilindtir bikin.

'NE BANGA TESLÎMBÛNÊ, BANGA VEGERA LI MASEYÊ BIKIN'

Demîrtaş da xuyakirin ku rêya yekane muzakere ye û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê rewşê muzakere ye, axaftin e. Axaftin helwesteke bi rûmet e. Ne biçûkbûyîn e. Bi axaftinê çareserkirina pirsgirêkan sekneke bi rûmet e. Pêwîste pêvajoya diyalog û çareseriyê ya ku ev sê sal in bi kêmanî û pirsgirêkên xwe re dimeşiya, ji nû ve destpê bike. Divê çek neyên teqandin û bangg li aliyan bê kirin ku li dora maseyê bicivin. Ji ber ku axaftin ne tiştekî şerm e. Ji bo PKK'ê jî ji bo dewletê jî ne tiştekî şikandina rûmetê ye. Li şûna bangên teslîmbûyînê, banga vexwendina li dora maseyê, hîn bêhtir exlaqî û wijdanî ye. Divê em ji vê netirsin. Weke civaka Tirkiyeyê pêwîste em bêjin, tavilê destê xwe ji bikaranîna çekê vekişînin, bila şîdet bisekine û ji nû ve li maseya muzakereyê ya bi zor û zehmetiyeke mezin hat danîn, vegere. Divê em bêjin bila ev pirsgirêk bi temamî li dora maseyê bê çareserkirin."

Demîrtaş anî ziman ku di demên bi vî rengî de vekirîhiştina qenalên siyaseta demokratîk parçeyek ji çareseriyê ye û got, "Nîqaşên li ser girtina partiyê, rakirina destlênedanê, rêyên siyaseta demokratîk venakin, digirin. Çiqas demokrasî zêde be, ewqasî jî çek û şîdet wê kêm bibe. Her du di heman demê de nabe. Eger hûn rabin demokrasiyê bi sînor bikin û rêyên siyasetê bixetimînin, hingî hûn destekê didin şîdetê. Ji bilî Xwedê tirsa me ji kesî nîne. Me soza aştiyê dane gelê xwe. Ji bo em di vî warî de serê xwe bernedin ber xwe, em dixebitin. Naxwe, werinem destlênedanê bi hev re rakin. Bila destlênedana 550 parlamenteran tinebe. Destlêdana serokên odeyan heye? Bila ya me jî nebe. Ya welatiyan heye? Lê belê bi rêbazên bi vî rengî yên zextê re, bi tenê alozî derdikeve. Tansiyon bilind dibe. Tevî her tiştî jî divê em ji tevahiya cîhanê û civaka xwe re bêjin ku rêyên me yên siyasetê vekirîne."

'EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Demîrtaş diyar kir ku tevî her tiştî jî ew xwedî wê hêzê ne bi 6 mîlyon kesên deng dane wan, bi malbatên wan û bi kesên deng nedane lê ji bo wan dua kirine, li dijî hemû heqiyan li be xwe bidin û got, "Em Em dikarin xwe bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane biparêzin. Vîna gel a li pişt me têra vê dike. Ev meş dibe ku carna berjêr û berjor bibe. Bila ti kes nekeve nava hewldanên xitimandina rê û rêbazên demokratîk. Pêwîste vegera li çekê weke alternatîfekê neyê dîtin." 

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Tevî hemû zehmetiyan jî em ê li parlamentê li qada siyaseta demokratîk li ber xwe bidin. Ev xak welatê me hemûyan e. Ji kîjan nasnameyê dibe bila bibe, welatê me hemûyan e. Li vî welatê me hemûyan jî mafê her kesî heye bi rûmetdarî bijî."

Cîgirê Serokê Konfederasyona Esnaf û Sanaatkarên Tirkyeyê Bûrhan Aksak jî anî ziman ku beriya niha mirovan ji bo pêvajoya aştiyê dua dikirin û got, "Hêvî û rica me ji we ew e ku pêvajoya aştiyê dewam bike, dest ji pêvajoya aştiyê neyê berdan. Em ê bi Serokwezîr û Serokê Giştî yê CHP'e re jî hevdîtinê bikin û van bêjin. Mirov dua dikirin, vê duayê nekin nifir."