Demîrtaş: Yê ji we bitirse bila wekî we be

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku rewşa şer a vî welatî ji ber polîtîkayên Qesrê diqewimin û yên ji bo şer tên şandin jî “ne ji bo parastina welat” “ji bo parastina Qesrê” ji mirinê re tên şandin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de axivî û diyar kir ku rewşa şer a vî welatî ji ber polîtîkayên Qesrê diqewime û yên ku ji bo şer tên şandin jî “ne ji bo parastina welat” “ji bo parastina Qesrê” ji mirinê re tên şandin û nirxandina “Ji bo parastina partiyekî bila ji me zarokên me nexwazin, hûn jî nedin. Wan nekin qurbanê daxwaz û berjewendiyên Qesrê.”kir. Demîrtaş da zanîn ku çareserî di maseya muzakereyê de ye û ev tişt anî ziman: “Çareserî li Îmraliyê ye. Çima balafirên we yên şer xira nabin, bi fermanekî we ve her roj bi dehan balafir radibin jî li Îmraliyê keştiyek ranabe. Aştî li wir e.” Demîrtaş têkîldarî nîqaşên mijara bila destnedayîn rabe de jî îfadeyên “Fermo, destnedayîna 550 parlamenteran rakin em ê jî dengên erê bidin. Yên ji we bitirsin bila wekî we bin. Hûn ê di çavên me de tirsê nebînin” bi kar anî. Demîrtaş nirxandina “Serokkomarê vî welatî pêşiya çekberdanê girt” kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’Rê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de geşedanên rojane nirxand. Demîrtaş bal kişand li ser tiştên k udi pêvajoya hilbijartinê de hatiye jiyîn û wiha got: “Di hilbijartina newekhev de 6 milyon gelê me li hemberî hêza ku hemû derfetên dewletê girtiye pişt xwe rêgezên demokrasî, edalet û aştiyê hilbijart.”

‘DERBEYA ERDOGAN HATE KIRIN’

Demîrtaş bilêv kir ku li Tirkiyeyê rêveberiya cuntayê dest daniye ser îxtidarê û wiha berdewam kir: “Piştî 7’ê Hezîranê darbeya Recep Tayyîp Erdogan hate kirin. Ji kû paye digirin? Payeya ku welat ber bi şer ve bibin ji kû digirin? Di 7’ê Hezîranê de ev paye ji destê we hate girtin. Êdî hûn bi tena serê xwe ne îxtidar in. Yên ku vê yekê dikin li hemberî encamên sandoqan ên di 7’ê Hezîranê darbe pêk anîn.”

‘WE BÎLAL NEGIRT, HÎLAL DA’

Demîrtaş destnîşan kir ku MHP ji bo vî îxtidarê bûye darê binçengan û wiha got: “Yek jî duvikên darbeyê hene. Yên ku ji xwe re dibêjin netewperest çepikan didin. Digotin yên biçin qesrê ez ê ji partiyê bavêjim. Duh li Qesrê destên xwe dan hev. We Bîlal dixwest. We Bîlal negirt lê hîlal da.”

‘EM SPASIYÊN XWE LI OCALAN DIKIN’

Demîrtaş ê ku nirxandinên “Çi ye suçê me, ji sedî 13.1 deng girtine” kir bilêv kir ku mutabaqata Dolmabahçeyê karekî pir pîroz bû û spasiyên xwe li hemû kesên ku li wir ked dane kir û ev nirxandin kir: “Hem heyeta me hem jî heyeta dewletê û Ocalan ê ku ev belge bi îradeya xwe ya siyasî aşkera dike spasiyan heq dike.” Demîrtaş da zanîn ku di destên yên ku yên ku dijminê aştiyê ne de dîlgirtina aştiyê hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ev belgeya parçebûnê nîne, nexşerê ya yekîtî û biratiyê bû. Em li pişt vî ne. Me got derbasî jiyanê bikin. Piştî hefteyeke li ser mutabaqata Dolmabahçeyê derbas bû me dît ku ji vê vegeriye ne. Serokkomar got ku maseyek, mutabaqat tineye, heta pirsgirêka Kurd tineye. Ez vî fêm dikim. Qesrek heye, îktidara wî, kursiyê, Qesrê hez dike. Aştî û demokrasî Tê wateya windakirine. Ez vî jî fêm dikim. Ez yên k udi bin vê yekê de îmzeya wan heye û bi şev û roj ji bo vê yekê xebitîn fêm nakim. Me bihevre soza aştiyê da raya giştî. Piştî hefteylekê ve diqediya. Ez mutabaqata Dolmabahçeyê tînim bira Davutoglu yê ku bang l ime dike. Dibêje em deklerasyonê biweşînin, vê yekê şermezar bikin, hûn jî şîdetê xurt dibin. Em du sal û nîvan xebitîn, li pêşiya me hefteyek hebû. Hûn çima jê vegeriyan. Rêberê rêxistinê dibêje ez ê bangawaziyê bikim bila rêxistin kongreyê din ava hefteyekî de kom bike. Ez ê bangawaziyê bikim bila çek bên berdan. Em ji bo vê yekê kêfxweş bûn. Birêz Serokkomar çima ji bo ku PKK dev ji çekan berdide hûn tirsiyan, ketin panîkê? Îro PKK bi çekên xwe ve dakeve wê pêşiya vê yekê bigire. Serokkomarê vî welatî pêşiya çekberdana PKK’ê girt. Hemû tişt serobino kir û pêvajo bi dawî kir. Ji ber ku encamên lêkolîn û anketên ku tên pêşiya wî diyar kirin ku wê nebe serok. Fikiriye ku heke ez nebim serok çima aştî pêk bê. Yên ku j ime re dibêjin xayînê welat ev welat avêtin nava agir.”

‘LI HOLÊ TEHDÎDA PARÇEBÛNÊ TINE YE’

Demîrtaş derbirî ku li holê xetereya parçebûnê tineye û wiha got: “Ez li ser hemû pîroziyan sond dixwim ku rewşa tê jiyin ev e. Divê civak vê rastiyê bizanibin. Li holê xetereya parçebûnê tineye. PKK beriya 20 salan dev ji stratejiya parçebûnê vegeriye. Diyar kir ku ji bo çek bedrin wê kongreyê kom bikin. Tehdîda çi? Ya ku divê bihata kirin bi axaftinê piştî hefteyekî gihîştina encamê bû. Heke bi PKK’ê re aştî pêk bihata, ev yek pêkan bû di adar an jî sibatê ev pêk bihate. Mey ê jî bêhn bigirta. Wê demê wê Tirkiye pêşengiya aştiyê bikira. Li hemberî DAIŞ’ê şer pêwîst e, wê demê Tirkiye û PKK bi hev re dikaribûn şer bikin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku di pêvajoya hilbijartinan de li 176 cihan li dijî HDP’ê êrîş pêk hat û ev yek bi mînakan anî ziman û nirxandina “Niha ketine nava dînîtiyeke çawa civaka Tirkiyeyê baş dîtiye” kir. Demîrtaş got ku ew ji ber mirina leşkerên jî xemgîn eû wiha berdewam kir: “Dayik û bavên ku zarokên xwe dişînin leşkeriyê. Ev zarokên me ne. Kesên ku em bihevre bijîn in. Bila dayik û bav vê yekê bizanibin ku zarokên xwe ji bo parastina welat naşînin, ji bo parastina Qesrê zarokên wan bi darbestan vê tên. Ev welat ya me hemûyan e. Heke di bin xetereyê de be em hemû bi hevre biparêzin. Heke di bin êrîşa dijmin de be wekî k udi 1071’an de me bi hevre kir em disa bihevre biparêzin. Lê bila ti kes ji bo parastina partiyekê ji me zarokên me nexwazin. Em wan nekin qurbanê berjewendiyên Qesrê. Li holê parastina welatekî tineye. Ev xapandin e. Wan ji bo ku aştiyê j ime bigirin ev rê tercîh kirin.”

'DEZGEHÊN QIRÊJ'

Demîrtaş got, "Mixabin cenaze tên, ji çiya, deştan cenaze tên. Ji mizgeft û cemxaneyan radibin. Hemû zarokên me ne. Tirk wê bimire, Kurd wê bimire, leşker û gerîla wê bimire... Dezgeh wisa hatiye danîn xwîn wê weke avê biherike û wê vê xwînê bi ser HDP'ê de bidin herikandin." Demîrtaş banga pêşiya vê yekê bigirin kir û şer raste rast ji qesrê tê rêvebirin û wiha axivî: "Nîzamekî dewletan heye. Karên qirêj dikin. Lê dewletê bikar nayne, pare heye û îstîxbaret heye. Îstîxbarta rast rast ji wî re diçe. Biryarên taybet bi tîma xwe ya A digire. Medyay taybet a girêdayî wî, dad û medyay civakî ya wî heye. Ev hemû xistin dewreyê. Li hemberî sendîka, ciwan operasyonan li dar xistin li hemberî HDP'ê şerê taybet û psîkolojîk dimeşîne û fermanê dide Dadgeha Bilind. Weke li hemberî wekîlê me Birêz Sariyildiz komplo amade dikin û dixwazin HDP'ê krîmînalîze bikin. Vê bi rêxistina taybet a Gladyo re dike. Starta vê bi komkujiya Pirsûsê da. Ya ew komkujî pir rêxistina teybet e. Bi destê kesekî zavali zarokên vî welatî qetil kirin."

'BÛYERA SEMSÛRÊ BÛYEREKE NEHATIYE ZELALKIRIN'

Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi vê bûyerê bûn mexdurê DAIŞ'ê. Serokên cihanê li wan geriyan û sersaxî dan. Lê wî bi xwe tenê li malbatekê jî negeriya û sersaxî neda. Li Serêkaniyê 2 polîs bi awayekî qirê hatin qetilkirin. Bûyera leşkerê li Semsûrê hat qetil kirin bûyerekî tarî ya nehatiye zelalkirin e." Demîrtaş xwest ku li hemberî darbeyê helwest bê nîşandan û wiha axivî: "Heke em li hemberî darbeyê helwest nîşan nedin û li hemberî şer dengê xwe bilind nekirin ev lîstikên qirêj wê bidomin. Em hemû bi hev re şer naxwazin em şer bi te nadin kirin û divê demildest pozîsyona aştiyê pêk bê. Ev zarokên me ne. Ev berê xwe didin deng dema dîtin ku deng winda kirin wê rawestin."

'ÊRÎŞÎ PÎROZIYÊN MIROVAN DIKIN'

Demîrtaş êrîşa li hemberî Cemxaneya Gazî şermezar kir û wiha pê de çû: "Li Cemxaneya Gazî 3 rojin cenazeyê jinekê li nayê rakirin. Êrîşê li pîroziyên mirovan dikin." Demîrtaş bi tund bertek nîşanî cenazeyên şervanên YGP û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan nayên derbasî Bakûrê Tirkiyeyê bibin da û wiha axivî: "Cenazeyê 13 ciwanan bi rojane li sînor di bin germahiyê de didin sekinandin. Ew cenazeyên qehremanên bi rûmeta xwe li Kobanê şer kirin in. Li sînor îşkenceyê li mirovan dikin. 3 kesên li Rihayê hatin binçavkirin bi ekîbekî taybet birin çoltar torbe bi serê wan re derbas kirin û kêr dan stûyê wan û ji wan re gotin 'em DAIŞ in' Bi wan gor dan kolandin. Ev di îfadeyên zarok de hene. Rûmeta mirovahiyê binpê kirin û îşkence kirin. Ev hefteya borî di bin saftasaya AKP'ê ya demokrasiyê de kirin. Heke em li hemberî van ranewestin em ê hê cenazeyan rakin."

'LI ŞÛNA BALAFIRÊN ŞER KÊŞTIYA ÎMRALIYÊ RAKIN'

Demîrtaş wiha axaftina xwe domand: "Hûn aştiyê dixwazin karê rojekê ye. Birêz Ocalan ê ku hûn di bin tecrîdê de digirin wê banga bêçekbûnê kiriba. Hûn çima her roj balafirên şer radikin. Bi fermanekê bi dehan balafirên şer radibin çima Kêştiya Îmraliyê ranakin. Aştî li wir e. Em ji civaka Tirkiyeyê ji sedî 13.1 dengên aştiyê girtin. Wijdana me û gelê me vê yekê ji me emir dike. Em teslîmî ziman û dezgehên wan ên qirêj nabin."

'EM DEST JI ZIMANÊ AŞTIYÊ BERNADIN'

Demîrtaş da zanîn ku ew dest ji zimanê aştiyê bernadin û tawîzê nadin û wiha got: "Dê êrîşê bikin. Nekevin van kemînan. Riya bi tena serê xwe bibin hikûmet tasfiyeya HDP'ê dibînin. Partiyan gel vedike û gel digire. Hûn behsa mafê destnedayînê dikin em ê 80 heval bi hev re ji bo mafê destnedayê bê rakirin wê daxwaznameyê bidin Meclîsê. Yên ji we ditirsin bila weke we biin."

'HÛN DI ÇAVÊN ME DE TIRSÊ NABÎNIN'

Demîrtaş wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ti tiştê me yê em bitirsin tineye. Me nedizî. Dad di bin fermana te de ye. Em mafê destnedayîna 550 wekîlan rakin. Em ê dengên erê bidin. Yên ji ew ditirsin bila weke ew bin. Yek Xwedayê me yek jî gelê me heye. Em ê vî şerî rawestînin. Em li vî welatî destûrê nadin ti şer bikî. Em mirovên dozê ne. Em ê bi hev re ji bo aştiyê têkoşînê bikin û em ê van polîtîkayan rawestînin. Hûn teqez di çavên me de tirsê nabînin. Pêvajoya pêşiya me pêvajoya zelalbûnê ye. Ev koma parlementeroyê wijdana Tirkiyeyê temsîl dike. Em destûrê nadin ti kes bimirie. Bila ew berdêlan nedin. Ji bo berdêlan bidin me ji gelê xwe peywir girt. Em ji her berdêlê re amade ne. Yên li hemberî me dijminahiyê dikin divê qasîm me cesur bûn heke wê têk biçin. Wê aştî û pêşeroja Tirkiyeyê qezenc bike. Hewl didin moralê me xera bikin. Em ê Tirkiyeyê ji cuntaya AKP'ê xilas bikin. Em ê vî welatî ji Destûra Bingehîn a darbeyê xelas bikin."

'YÊN TÊN HESAB BIPIRSIN WÊ HESAB BIDIN'

Demîrtaş got sibê wê meclîs bi awerte kom bibe û da zanîn ku ew ê rast bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yên ji bo hesabê ji me bipirsin tên wê hesab bidin."