Demîrtaş wê roja Yekşemê li Manîsa û Îzmîrê be

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diçe Manîsa û Îzmîrê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê lez da xebatên hilbijartinan 3’ê Gulanê roja Duşemê tê Egeyê. Demîrtaş ê destpêkê wê tevlî xwarina piştevaniyê ya li Manîsayê bibe, danê êvarî jî wê derbasî Îzmîrê bibe. Çavlirê ye gelek kes tevlî xwarina piştevaniyê ya li Koza Restorant a li gundê Çîçeklî yê Manîsa bibin.

Demîrtaş, danê êvarî jî wê tevlî xwarina piştevaniyê ya li Palmiye Restaurant a li navçeya Bûca ya Îzmîrê bibe. Tê payîn ku karsazên Îzmîrî û namzetên HDP’ê yên Îzmîrê jî tevlî xwarina piştevaniyê bibin.

DemÎrtaş, 3’ê Gulanê piştî tûra Egeyê wê 4’ê Gulanê derbasî Marmarayê bibe û yekemîn mîtînga hilbijartinê wê li Kocaelî pêk bîne.