Demîrtaş wê li Washîngtonê bi rêveberiya DYA re hevdîtinan bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê di 28'ê Nîsanê de biçe paytexta DYA Washîngtonê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê di 28'ê Nîsanê de biçe paytexta DYA Washîngtonê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê beşdarî konferansa "Xweseriya Demokratîk û Xweserêveberî: Ezmûna Kurdan" a ji aliyê partiya wî ve li paytexta DYA Washîngtonê bê lidarxistin, bibe. Demîrtaş wê li vê derê bi rayedarên payebilind ên DYA'yî re hevdîtinan bike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê di 28'ê Nîsanê de biçe paytexta DYA Washîngotinê. Demîrtaş wê bi muşawira Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry Krîtîe Kenney re hevdîtinê bike. Her wiha wê bi dîrektorê Qesra Spî yê ji Ewropayê Berpirsyar Charles Kûpchan û alîkarê wî Mark Shapîro re rûnê.
Demîrtaş di serdana xwe ya 3 rojan a li Washîngtonê de wê beşdarî konferansa "Xweseriya Demokratîk û Xweserêveberî: Ezmûna Kurdan" a ji aliyê partiya wî ve li paytexta Washîngtonê bê lidarxistin, bibe. Tê payîn Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, nûnerên YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi rêya Skype beşdarî konferansê bibin.