Demîrtaş: We dewleta paralel ava kirin

Demîrtaş: We dewleta paralel ava kirin

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de nîqaşên dersxaneyan nirxand û diyar kir ku ev yek nîqaşeke serdestiyê ye. Demîrtaş got, "We dest dan hev, dewleta paralel avakirin. Li her herêmê berpirsyarên cemaetê hene, di nava van de dozger, mudurên emniyetê û rektor jî hene. Mehan civînan lidar dixin. Gelo haya AKP'ê ji vê nîne? Ji ber ku BDP'ê meclîsa bajaran ava kir we tofan rakirin. Dewleta paralel ya rastîn, we bi xwe ava kirin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi balkişandina ser 3. Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê dest bi axaftina xwe ya li civîna koma partiya xwe kir û pirsgirêkên welatiyên astengdar dijîn, destnîşan kir. Demîrtaş got, "Her kesê pirsgirêkên astengdaran nebîne, ew bi xwe astengdar e" û anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên astengdaran pêwistî bi wezaretekê heye.

REZALETIYEK JI KOLEDARIYÊ WÊDETIR

Demîrtaş bal kişand ser rewşa karkerên taşeron û diyar kir ku rewşa wan ji koledariyê wêdetir gihaştiye asta "rezaletê". Demîrtaş diyar kir ku dema AKP hat ser desthilatdariyê hejmara karkerên taşeron li Tirkiyê 387 hezar bû û destnîşan kir ku ev hejmar îro 2 mîlyon e. Demîrtaş anî ziman ku taşeronî, koledariya roja îro ye.

ROJNAMEYA OZGUR ULKE

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibîr xist ku îro 19. salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Gundemê ye û da zanîn ku bombekirin yekser bi nivîsên Serokwezîra hingî Tansû Çîller ve hatiye kirin. Demîrtaş da xuyakirin ku di nava 20 salan de 76 xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin, ji van 30 rojnamevanên aktîf û yên mayî jî belavkar an jî xebatkarên li rojnameyê bûn. Demîrtaş anî ziman ku tevî di ser re 19 sal derbasbûye jî nûnerên heman rojnameyê îro li Sîlîvrî tên darizandin û destnîşan kir ku bi fermana AKP'ê beriya 2 salan 46 rojnamevan hatine binçavkirin. Demîrtaş got, "Wê demê qetil dikirin, îro jî di bin navê darizandinê de dîl digirin. Ev yek nîşan dide ku ew mejî hînê neguheriye."

PIRSGIRÊKA DERSXANEYÊ

Demîrtaş da xuyakirin ku MGK saziyeke ku lê hemû bêhiqûqiyên li Tirkiyê tê axaftin û got, "Cihekî di ser destûra bingehîn re ye. Kes nikare li dijî biryarên wê derkeve û dozê veke. Ev MGK di dema nêz de di sala 2009'an de li dijî DTP'ê biryarên pêkanînê stend. Dibêjin "Dê gelê herêmê ji ber têkoşîan li hemberî terorê were bêzarkirin û heta ev alîkarî dewam bikin dê bêzarkirin jî were dewamkirin." Cihê ku jê re herêm tê gotin, bi gotina Serokwezîr Kurdistan e. 2 sal piştî vê biryarê komkujiya Roboskî rû da.

Yên ku îro gazinan ji biryarên MGK'ê dikin, çapemeniya wê, polîsê wê, dozgerê wê li gorî vê biryarê tevnegeriya? AKP'ê û cemaetê ev bicih neanî? Hûn hemû li wir bûn. Dibe ku li we neheqî hatibe kirin, lê divê mirov xwedî pîvan bin. Dema mirov bû xwedî pîvan, hingî edalet dikare bicih were anîn."

YÊN NEYÊN DERSXANEYAN GELO BARBAR IN?

Demîrtaş bal kişand ser nîqaşên li ser dersxaneyan tê kirin û got, "Qaşo gelekî xwedî şaristaniyeke bi hezaran salan bi rêya dersxaneyan rizgar dikin. Ma ne şerm e? Yên neyên dersxaneyên we barbar in? Dersxaneyan biparêzin, lê hûnê rojekê hesabî vî gelê ku we xwîna wê rijandiye, bidin."

Demîrtaş anî ziman ku ew ne modela AKP'ê ne jî modela dersxane û dibistanên taybet destek nakin.

WE BI HEV RE DEWLETA PARALEL AVA KIRIN

Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand ser dewleta paralel û got, "Ez bang li AKP'ê û cemaetê dikim. Werin em vê nîqaş bikin. 200 hezar mamosteyên nayên wezîfedarkirin li naverastê hene. 120 hezar mamosteyên xebatkarên dersxaneyê hene. Van hemûyan bigirin, bila mamosteyên me li gorî rûmeta mirovahiyê bixebitin. Werin em perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra bingehîn de qanûnî bikin. Eger hûn perwerdeyeke baştir dixwazin. Em dizanin hûn çi dikin. We bi hev re dewleta paralele ava kirin. Haya cemaetê ji wê biryara MGK'ê ya sala 2004'an tinebû? Hikûmet dipirse, me çend ji we kirin walî. We dest dan hev û dewleta paralel ava kirin. Em ji operasyonên KCK'ê dizanin. Li her herêmê berpirsyarê cemaetê heye. Vana mehane bi dizî dicivin. Di nava wan de dozger, mudurên emniyetê û rektor hene. Haya MÎT''ê ji vê nîne? Di van civînan de karên li van herêman bên kirin tên nîqaşkirin. Berpirsyarê cemaetê yê herêmê, carna fermanê dide walî. Dibêje, tuyê vî bigire, vî wezîfedar bike. Haya AKP'ê ji vê nîne? BDP'ê meclîsa bajêr ava kir, we tofan rakirin. Dewleta paralel a rastîn we bi xwe ava kirin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û anî ziman ku girtiyên rewşa wan giran bûye 160 derbas kiriye û anî ziman ku di her kêliyê de dibe ku ji girtîgehan nûçeyên nebaş were. Demîrtaş got, "Mehpûsî ji bo mirinê rojan dijmêrin. Em li bendê ne êdî gavên berçav werin avêtin."