Demîrtaş û Zeydan dengê xwe li girtîgehê dan
Namzetê HDP'ê yê Serokkomarê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê yê HDP'yî Abdullah Zeydan li Girtîgeha Edîrneyê dengê xwe dan.
Namzetê HDP'ê yê Serokkomarê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê yê HDP'yî Abdullah Zeydan li Girtîgeha Edîrneyê dengê xwe dan.
Bi rêya hesabê twitterê yê Demîrtaş ev peyam hate weşandin:
"Me jî dengê xwe li girtîgehê dan. Hêvîdar im wê her kes biçin cihê dengdanê û dengê xwe ji bo paşeroja welêt, ji bo demokrasiyê bidin. Hêvîdar im dengdan wê di rewşeke aram de pêk were. Bawer im ku encam jî wê gelekî baş be. A bi xêr."