Demîrtaş: Tirkiye wê ji AKP’ê xelas bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê di panela ku ji aliyê Komeleya Mezûnên ODTU’yê de axivî bang li xwendekarên ODTU’yê kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê di panela ku ji aliyê Komeleya Mezûnên ODTU’yê de axivî bang li xwendekarên ODTU’yê kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê di panela ku ji aliyê Komeleya Mezûnên ODTU’yê de axivî, got: “Êdî keştiya AKP’ê avê digire û wê di avê de biçe. Em dixwazin di 7’ê Hezîranê de vê tescîl bikin. Tirkiye wê ji AKP’ê xilas bibe lê em ê çi bixin şûna wî divê hemû bindest vê yekê baş zanibin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li tesîsa Vîşhelîk ê ya ODTU’yê tevlî panela bi navê “Nîqaşên Hilbijartinê-1” a ji aliyê Komeleya Mezûnê ODTU’yê ve hate lidarxistin bû. Di panela ku gelek amademîsyen beşdar bûn moderatorî Hindekara Zanîngeha Enqereyê Sevînç Çelenk kir. Demîrtaş di 15 deqeyên ewil ê panelê ku ji çapemeniyê re vekiribû de axivî û got ku HDP tenê ji bo ku zêdetir parlamenter bi dest bixe kampanyayê nameşîn û wiha berdewam kir: “Nirxên wekî ked, demokrasî û li ser navê çep bi salan e bi bedelên giran hatine avakirin di hezîrena 2015’an de pêdivî bi serketinê dibîne. Ango bi darbeya 1980’an ve hate gotin têk çû, xilas bû û careke din nikare li ser xwe ve bê lê ew hêviya me di hundirê xwe de da jiyîn em dixwazin di hezîrena 2015’an de bi ser keve. HDP mîsyoneke bi vî rengî temsîl dike.”
‘KEŞTIYA AKP’Ê AVÊ DIGIRE’
Demîrtaş bilêv kir ku di helbijartinên Hezîranê de heke HDP’ê hedefên xwe pêk bîne encama derkeve holê wê berpirsyariyike mezin bixe milên hemû kesan û û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku 7’ê Hezîranê dawî nîne wê di siyaseta demokratîk de bibe hemleyeke mezin û destpêkek. Êdî keştiya AKP’ê avê digire û wê di avê de biçe. Em dixwazin di 7’ê Hezîranê de vê tescîl bikin. Tirkiye wê ji AKP’ê xilas bibe lê em ê çi bixin şûna wî divê hemû bindest vê yekê baş zanibin. Bila gelê me baş zanibin ku em ê destûrê nedin alternatîfên wekî AKP’ê.” Demîrtaş bilêv kir ku di êvara 7’ê Hezîranê de HDP tenê wê nebe îktîdar lê bibe alternatîfa îktîdarê, dibe ku di pêşhilbijartineke 2015’an de lê di hilbijartina 2019’an de bibe alternatîfek.
Demîrtaş bang li xwendekarên OTDU’yê kir û wiha axivî: “Heke hûn bi fikir, pirs û pêşniyarên xwe ve ne tenê di vê civînê de here tim rêya me ronî bikin û alîkariyê bidin me em ê jî mîrateya şoreşgerên ODTU’yê j ime re hiştine tacîdar bikin. Em jî vî sozî didin. Ez hêvîdar im hûn ê serketina ka HDP derxînê holê de para xwe bibînin. Ez hêvîdar im hûn ê li her qadê Tirkiyeyê, li her barîqatê de, yên ku îmzeya xwe avêtine şoreşa Tirkiyeyê hûn ê di serketina 7’ê Hezîranê de bibêjin ev serketina min e.”
Panelê piştre bi pirs û bersivan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.