Demîrtaş: Şert û mercên Ocalan dê bên guhertin

Demîrtaş: Şert û mercên Ocalan dê bên guhertin

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di odeyeke firehtir de cih bigire û wiha got: “Birêz Ocalan hem wek Rêberê Gelê Kurd, hem wek rêberê KCK û Gel û her wiha di siyaseta cîhanê de bi bandore. Ji ber vê divê ev rewşa wî li ber çavan bê girtin û rola wî ya stratejîk bê dîtin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi riya telefonê tevli bernameya rojnameger Bakî Gul ya di Nuçe Tv de tê weşandin bû û der barê hevdîtina ku duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin de axivî.

Demîrtaş da zanîn ku di hevdîtinên bi Ocalan re, bi taybet diyar kir ku rewşa wî ya stratekî gelek girînge û vê yekê di peyama xwe de jî tîne ziman. Demîrtaş wiha got: “Birêz Ocalan hem wek Rêberê Gelê Kurd, hem wek rêberê KCK û Gel û her wiha di siyaseta cîhanê de bi bandore. Ji ber vê divê ev rewşa wî li ber çavan bê girtin û rola wî ya stratejîk bê dîtin.

Demîrtaş desntîşan kir ku ligel ku derfetên Ocalan bi sînorin jî rojevê baş dişopîne û der barê pakêta demokrasiyê ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de ya mijarên wekê perwerdehiya ziman, benda hilbijartinê û hrw din nirxandin kir û wiha got: “Divê bi rêbazeke tevliker di esasa lihevkirinê de pakêtek bê amadekirin. Ev yek alî nabe. Divê dest pêkê ev bê dîtin. Dibe ku em piştre nirxandineke berfireh bikin û ragihînin. Heta pakêta duyemîn dernekeve holê axaftina me ne raste. Bi awayekî din çareserkirina pirsgirêka kurd ne mumkune. Niha zemîneke nîqaşê hate bidestxistin. Li şûna hikûmete ku berê ji her tiştî re guhê xwe digirt, niha herî kêm hikûmeteke ku amadekariyê dike heye. Dema mirov di vî alî de dinêrin derfetê pêşveçûna pêvajoyê heye. Lê ne aşkerakirina pakê te, bi gumane. Ji bo ev pêvajo pêşde biçe me pêvajoyek da destpêkirin. Divê ev bê dest girtin.”

Demîrtaş bi lêv kir ku di şert û mercên Ocalan de dê guherîn bê kirin û got: “Birêz Ocalan dê bibin cihekî firehtir. Destgirtina stratejîk ya asta Birêz Ocalan, girêdayê asta wî ya siyasiye. Li Îmraliyê 5 hevalên wî yên girtî jî hene.

Demîrtaş anî ziman ku agahiya Ocalan ji êrîşên çeteyan a li ser Gelê Rojava heye û got: “Birêz Ocalan rêbaza diyalogê nîşan dide. Divê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava biguhere.”