Demîrtaş: Serhildana Taksîmê rewaye, em ligel berxwedanê ne
Demîrtaş: Serhildana Taksîmê rewaye, em ligel berxwedanê ne
Demîrtaş: Serhildana Taksîmê rewaye, em ligel berxwedanê ne
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş çalakiyên li Stenbolê wek ‘serhildana rewa’ bin av kir û got; “Serî hildana mirovan a li dijî zilmê mafê herî rewaye û em rêzdarin. Bê guman em ligel berxwedana mafdarin.
Demîrtaş tevli şahiyên Hidirellez yên Haymanyê bû û li vir çalkaiyên li Parqa Gezî ya Taksîmê destpêkirin nirxand.
Demîrtaş balkişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û got: “ Birêz ocalan, partiya me û Qendîlê pêvajoyek da destpêkirin. Ev ne diyariya kesekiye. Emê zêde xwedî li pêvajoyê derdikevin. Hinek bi israr dixwazin pêvajoyê xera bikin. Wekê ku xiyanet li netewa wan tê kirin, qiyametê radikin. Bê wijdano, bi hezaran ciwan mirin kesî deng nekir. Em ketin pêvajoya çareseriyê ew tirsiya. Gelo kurd û PKK’ê tunebûya dê MHP’ê çi biaxiya. Ez pir mereq dikim. Ger pirsgirêka kurd çareser bibe dê li holê bimînin. CHP jî ne cudaye. Aştî cesaretê dixwaze. Kiliçdaroglu dibêje bi Ocalan û PKK’ê re neaxivin. Wê demê dê bi kê re bê axaftin. Bi te re? An jî bi Obama, Merkelê re bê axafatin. Nabe divê bi Ocalan re bê axaftin.
SERHILDANA LI DIJÎ ZEXTAN REWAYE
Demîrtaş balkişand ser çalakiyên li Taksîmê dest pê kir û li her derê belav bûye û got: “Ev çalakiyên li dijî zextane. Ji ber vê jî serhildaneke rewa ye. Bi rojane gel li her derê li ser piyane. Vê hikûmetê her kes kir nava fikaran. Serî hildana mirovan jî di cih de ye. Em rêzdarin. Bê guman em ligel berxwedana wan e.
Kesên di van çalakiyan de belkî cara yekemîne ji polîs lêdanê dixwe, cara yekemÎn de dengê xwe bi cîhanê didin bihistin. Gelekên wan cara yekemîn daketine qadan, gaza îsot dixwin. Toma, panzeran nas dikin.
NIHA DÊ KURD BAŞTIR BÊN FÊMKIRIN
Ev 30 sale van dijîn. Niha dê kurd baş bên fêmkirin. Bi rojan bi hefteyan, bi mehan li Kurdistanê hovitiyên mezin kirin. 10 qatê vê kirin. We di televîzyonan de jî ew nedîtin, çapemeniya tirk nîşan neda. Kurdan li dijî vê serî hilda, we ew terorîst îlan kir. We bi salan got zarokên wan keviran davêjin polîsan. We zarokên kurd terorîst îlan kir. Roj hat dewran şûnde vegeriya. Li Enqereyê, li Taksîmê hun keviran davêjin. Zilma, tirkbûn, kurdbûn û elewitiyê tune.”
‘HIN HÊZ HEWL DIDIN XWEPÊŞANDANAN BIKIN DIJBERIYA KURDAN’
Hin kom hene ku dixwazin bi mîlyonan mirovên daketine kolanan, bikin dijminê Kurdan. Dixwazin van xwepêşandanan bikin xwepêşandanên dijberiya Kurdan. Me got, emê bi van re ne li cihekî bin. Hin komên medyayê ev jî berovacî kir. Gotin "BDP xwepêşandêrên li Taksîmê bi faşîstbûnê sûcdar dike." Halbûkî faşîst xwe nas dike, em jî wan nas dikin. Hurmeta me ji kedkar, şoreşger û pêşverûyên li kolanan li ber xwe didin, heta dawiyê heye. Ji xwe em bi wan re ne. Divê AKP jî berxwedana li kolanan baş fêm dike. Bi gotina, 'Min ferman da' hûn nikarin her tiştî dixwazin pêk bînin.
"NAVÊ PIRÊ BIKIN PIRA MAZLÛM DOGAN"
Dibêje min pir çê kir, min navê Yavûz Sûltan Selîm lê kir. Dibêjî qey nêviyê wî çê bûye, nav lê dike. Eger tuyê nav li pira welêt bike, hingî divê tu ji gel bipirse. Dibêjin Yavûz Sûltan Selîm. Yavûz Sûltan Selîm li cem Kurdan, Elewiyan ne xwedî cihekî rêzdar e. Eger cesareta we heye, navê Seyid Riza, Pîr Sûltan, Xidir Ellez, li pirê bikin. Bikin Pira Mazlûm Dogan. Eger cesareta we heye navê Şoreşgerên gel Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya lê bikin. Wer xuyaye niyeta Serokwezîr ne lêkirina nav e, dixwaze peyamekê bide gel. Dibêje ez bi Yavûz Sûltan Selîm re xwedî heman nêrînê me. Em vê yekê qebûl nakin.
‘DIVÊ AKP JI SÛRIYÊ FÊRBÛNEKÊ DERXÎNE’
Divê AKP vê rewşê baş analîz bike û pêşî li demokrasiyê veke. Gava mirov li Sûriyê daket kolanan Esad ji wan re digot terorîst, Esad wê demê xwedî heman pozîsyona serokwezîr bû. Digot komên marjînal e, bi piştgiriya derve tevdigere. Eger wê demê Esad demokrasî, destûreke bingehîn a demokratîk pêşkêşî gel bikira, wê niha weke Serokê welatekî demokratîk hebûna xwe dewam bikira. Divê hukûmeta AKP'ê ji rewşa Sûriyê gelek tiştan fêr bibe."