Demîrtaş: Roj roja parastina rûmet û pêşeroja me ye

Demîrtaş: Roj roja parastina rûmet û pêşeroja me ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê  Selahattîn Demîrtaş, diyar kir pêwîst e bi ruhê seferberiyê xwedî li Kobanê were derketin. Demîrtaş bang li pêkhateyên HDP’ê kir û got, “Roja roja di şexsê Kobanê de parastina rûmet û pêşeroja me ye” û banga tevlîbûneke bihêz li çalakiya Pirsûsê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya telefonê beşdarî Stêrk TV bû û banga xwedîderketina li Kobanê li hemû beşan kir. Demîrtaş gel, hêzên YPG û YPJ’ê yên di nav berxwedana Kobanê de silav kir û wiha axivî: “Li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ a gelê Rojhilata Navîn pêre rû bi rû dimîne ciwanên bi lehengî şer dikin silav dikim. Bi derfetên kêm destanên dîrokî tên nivîsandin.”

 ‘JI BO ÇALAKÎ BIHÊZ BE DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ PÊŞKEŞKIRIN’

Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo çalakiya Pirsûs bihêz derbas bibe pêwîst e gel piştgiriyê bide û diyar kir ku dîsa li gor derfetan desteka xwe bide berxwedanê û di eniyê de cih bigire.

‘WÊ GELÊ ME SÎNORAN BIGIRE’

Demîrtaş wiha dewam kir, “Gelê me di mijara li sînor hem vedana kon, hem jî astengkirina hovîtiya çeteyên DAIŞ de înîsiyatîfeke sivîl di pêşengiya KCD û DBP’ê de pêş dixe.

Wek pêkhateyên HDP’ê em dawetî hestyariyê dikin. Li her cihê ku dengê me digihêje em bang li ciwan û gelê xwe dikin. Roja roja di şexsê Kobanê de parastina rûmet û pêşeroja me ye.

Ez bawer dikim wê hovîtiya li wir têk biçe, ev şerê gel ê di pêşengiya YPG û YPJ’ê de, şerê berxwedana rewa wê bi serketinê encam bibe.”