Demîrtaş: Pêwîste name gihiştibin Ocalan

Demîrtaş: Pêwîste name gihiştibin Ocalan

Hevserokê Giştî yê BDP’ê da diyarkirin ku, nameyên ji Qendîl û Ewropayê hatine gihane destê wan û ji duh ve pêwîste gihabin destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş li navenda Giştî ya BDP'ê derbarê geşedanên rojevê de daxuyanî da. Hevserokê BDP'ê Demîrtaş pirsên rojnamegeran bersivand û bal kişand ser daxuyaniya alozkirin û tevlîheviya derbarê pîrozbahiya Newroza Îzmîrê.

Demîrtaş anî ziman ku, dê li Îzmîrê bi deh hezaran mirov kom bibin û Newrozê pîroz bikin. Ger ku koma 50 hezar kesan provokasyonekê çêkin dê bûyerên mezin derkevin. Em ji aliyê xwe ve tedbîran digirin. Divê hikûmet jî tedbîran bigirin." Demîrtaş anî ziman ku, wan 2 roj berê ji bo çûna Îmraliyê ji rayedaran pirsîne, lê li benda bersiva rayedarane û wiha got: "Dibe ku heyeta hevserokên me jî heye û dibe ku heyeta berê jî biçe. Ger ku ew nebe jî heyetek din jî dibe biçe. Ez wisa texmîn dikim ku, dê beriya Newrozê heyet biçe û vegere. Me berê jî gotibû Ocalan dê di Newrozê de banga bike. Ji bo ev amadekarî temam bibe divê heyetek biçe. Divê name bigihin destê Ocalan da ku ew jî karibin bersîv bide. Wekî di çapemeniyê de hat çapkirin û gotin "PKK dê di 16'ê Hezîrane de paşve bikişin" şaşe. Tu rastiya vê yekê tune. Dê derkevin an dernekevin û dê kengî derkevin ne diyar e. Ji Erziromê bigirin heta Colemêrgê li her derê hene. Ev ne pêkane. Ji niha de der barê dîroka paşvekişandinê de em nikarin tiştekî bêjin.

DI NAMEYAN DE GAVÊN ŞÊNBER CIH GIRTIN

Demîrtaş anî ziman ku, BDP û KCD'ê bi hemû derdoran re hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinan de peyamên ku piştgiriyê didin pêvajoyê derketin holê. Demirtaş da zanîn ku, siyaseta demokratîk û legal û hemû sazî li pişt vê pêvajoyê ne û hemû rol û mîsyona ku bikeve ser wan dê pêk bînin û wiha got: "Di vê nameya ku me nivîsand tenê bersiv bû. Ne tenê bersiva ji bo Birêz Ocalan ji bo bersiva pêvajoyê bû. Ji bo ku pêvajo pêş bikeve û çareser bibe me pêşniyar û nerînên xwe anîn ziman. Ger ku ev pêşniyar û nêrînên me têkevin meriyetê dê gavên çareseriyê bên avêtin. Ji bo zagon demokratîk û azad bikin, û mafan biparêzin me pêşniyarên xwe anîn ziman."

'EM DÊ PÊŞNIYARÊN HEMÛ PARTIYAN JI BIRÊZ OCALAN RE BIBIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku, heyeta ku biçe Îmraliyê dê hemû pêşniyar û nêrînên partiyên ku koma wan di meclîsê de heye jî bibin Îmraliyê û wiha got: "Em dê nêrîn û pêşniyarên hemû partiyên siyasî bi Birêz Ocalan re parve bikin. Em dixwazin hemû nêrîn û pêşniyar bên zanîn û famkirin."

‘ÎXTÎDARA AKP’Ê YA 11 SALAN JI BO KURDAN BÛ TRAVMA'

Demîrtaş bilêv kir ku, 11 sal îxtîdara AKP'ê ji bo kurdan bû travmayek mezin û êşên mezin bi kurdan dan jiyandin.

Demîrtaş li ser 4'emîn pakêta darazê jî rawestiya û wiha got: "Tu têkiliya pakêtê û pêvajoyê bi hev tuneye. Ev pakêt beriya pêvajoyê hatibû amadekirin. Ne ji bo ku girtiyên KCK'ê serbest bên berdan. Dijberi vê yekê hatiye amadekirin.  Dibe ku di Newrozê de ji bilî agirbestê jî bang bê kirin. Di nava AKP’ê de kesên bêberpirsyar hene. Em bawer dikin ku Birêz Ocalan di vê Newrozê be bi bangê hemû guhertinan pêk bîne."

'ÇEKBERDAN NAYÊ WATEYA DESTJÊBERDANA DOZ Û TÊKOŞINÊ'

Demîrtaş bang li her kesî kir û da zanîn ku, çekberdan ne wateya berdana dozê ye û wiha got: "Ger ku tevgera kurdan têkoşîna çekdarî berde aliyekî dê bi reng û rêbazek din têkoşîna xwe berdewam bike. Ev nayê wateya ku dê dest ji têkoşînê berde. Dê bi her alî têkoşîna xwe berdewam bike. Bi salane em ji bo aştiyê têdikoşin. Divê wekî Kurd teslîm bûne neyê nasîn û famkirin. Divê name duh gihiştibin Îmraliyê.

Demîrtaş aşkera kir ku, ji KCK’ê 3 rûpel, ji Ewropayê 7 rûpel û ji BDP’ê jî 3 rûpel name gîhiştin Îmraliyê û wiha got: "Em li bendê ne ku Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de daxuyaniyê bide. Duh divê name gihiştibin Îmraliyê. Em bawer dikin ku encama Nameyê di Newrozê de bê xwendin.

'EM HATIN NÎVIYÊ RÊ'

Demîrtaş da zanîn ku, ew gihiştine nîviyê rê û wiha berdewam kir: "Di vê pevajoyê de 6 leşker, polîsek û endamê qeymeqam 8 kes hatin berdan. Ev wekî jest hat nirxandin. Lê li gorî min em gihiştin nîviyê rê. Hin qalib hilweşiyan. Heta ku bersiva nameyan neyê em derbarê rewşa vekişandina dervê sînor de nikarin tiştekî bêjin.

‘LI HEMBERÎ ERMENIYAN TU HELWEST TUNE'

Demîrtaş destnîşan kir ku, di notên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tu helwest li hemberî ermeniyan tuneye û dijberî vê yekê li hemberî Lobiyên ermeniyan de helwest heye. Demîrtaş dazanîn kir ku, ew li dijî pergala navêndîbûna hişkin û ew jî pergala serokatiyê difikirin.