Demîrtaş: Niha hemû mirovên sivîl bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne

"Li Tirkiyeya sala 2016'an, siyasetmedar hewl didin wezîran bixin dewrê û çi ji dest tê dikin, lê em nikarin birîndaran rakin. Hînê li Cizîrê di jêrzemîna xaniyekî de birîndar heen. Em li welatekî bi vî rengî siyasetê dikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li kongreya partiya xwe de ragiahnd ku AKP a 14 sal in li ser desthilatdariyê ye, pirsgirêkek bi tenê ya Tirkiyeyê çareser nekiriye û got, "Êdî dev ji hesabpirsînê berdin, hûn bi xwe hesab bidin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye di rewşekî awarte re derbas dibe û diyar kir ku şer jî parçeyek vê rewşe ye. Demîrtaş da zanîn ku mîsyona HDP'ê ew e ku Tirkiyeyê ji ve rewşa awarte derxîne û ragihand ku beriya niha karibûye vê yekê pêk bîne.

Demîrtaş bal kişand ser peyama Ocalan ku ji aliyê Yuksekdag ve hatiye xwedin û da zanîn ku  Ocalan li gel hemû spekulasyonan pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. 

Demîrtaş wiha berdewam kir: "Beriya niha jî dema ku me ji bo aştiyê xwe xist bin bar, vana em xayîn îlan kirin. Xuya ye em pir bi hêz û bi istikrar disekinin ev derdor di her demê de êrîşî me dikin. Dema ku mirin tinebûn me çi parastiye me ku em îro karibin biparêzin jî em dibin mirov. HDP baxçeyek gelan e, lewma tekane partiya Tirkiyeyê em in. Ji ber ku Tirkiye welatek pir reng û pir deng e. Em nakevin defika ên ku dibêjin 'hûn cudaxwaz in' em ê yekitiyê ava bikin. Hûn dikarin yekitiyê bi du awayan pêk binin. Rêya yekemîn faşizm e. Bi rêbazên zextê hûn dikarin vê yekê bikin, ev pir bi tehlûke ye. Ev yek bi serê gelek welatan hat. Îro li Tirkiyeyê ev pêk tê. An jî wekî ya ku em dikin her kes bi cudahiya qebûl bikin, di jiyanek hevpar de, welatê hevpar bikin bihuşta hevpar hûn dikarin pêk bînin. Dema ku em vê yeke dibêjin ji me re dibêjin cudaxwaz. Me çi parçe kiriye, me faşîzm parçe kiriye. HDP divê ji vê pir rengiya xwe venegere. Dibêjin partiya Kurdan. Divê hebe ji xwe heye jî. Lê em partiya hemû gelan in, em partiya mêran nînin, em partiya jinan e jî, ya mezhebek nînin ya hemû baweriya ne. Rastiya Tirkiyeyê. Siyaseta dijberê vê dijberê rastiya civake ye. Ev rastiya me ye."

Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir: 

"Ji ber ku me xwerêveberiyê diparêzin, me 'xayinê welat' îlan dikin. Lê em qala modeleke ku pêşÎ li parçebûna Tirkiyeyê, parçebûna civakê bigire, dikin. Dibêjin, 'madem hûn xweseriyê diparêzin, çima şerê bajaran heye'. Ti eleqeya xwerêveberiyê bi bendan nîne, tiştekî xwezayî ye. Di vê modela me de şert nîne li her derê xendek hebe. Divê em bala xwe bidin ser pirsgirêka bingehîn a rê li ber feraseta xendek û bendan vedike. Eger em wê fêm bikin, hingî çareseriya vê pirsgirêkê bi diyalog û muzakereyê gelekî hêsan e. Hikûmet dibêje 'ez ê mal bi mal paqij bikim. Pêwîstî pê hebe ez ê komkujiya sivîlan jî bidim pêş çavên xwe'. Bi vî rengî hewl dide meseleyê çareser bike. Eger rewşa heyî weke rewşeke ku ewlekariya cemaweriyê xera dike tê dîtin, hingî werin em bi diyalogê çareser bikin. Tu qala paqijiya kîjan taxê dike? Ev du meh in mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Ev du meh in mirov li jêrzemîna xaniyên xwe dijîn. Xwarin kêm e, li Sûrê ev 40 rol in. Li Nisêbînê, Farqînê, Gimgimê heman tişt hene. Rejîmeke ku azadiya ewqas mirovan asteng dike, gelo navê xwe demokrasiya pêşverû ye? Hemû mirovên sivîl niha bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Pitik, jinên 70 salî hene."

REWŞA BIRÎNDARÊN LI CIZÎRÊ

Demîrtaş bibîr xist, ku ji ber topbaranê duh danê sibehê li maleke li Cizîrê bi dehan kes birîndar bûn û hînê nikarin wan rakin nexweşxaneyê û got, "Li Tirkiyeya sala 2016'an, siyasetmedar hewl didin wezîran bixin dewrê û çi ji dest tê dikin, lê em nikarin birîndaran rakin. Hînê li Cizîrê di jêrzemîna xaniyekî de birîndar heen. Em li welatekî bi vî rengî siyasetê dikin. Divê em zor û zehmetiyan baş bibînin. Divê em vê feraseta zordar a li hemberî xwe baş nas bikin."

Demîrtaş bal kişand ser deklerasyona akademîsyanan jî û wiha got: "Kesê ku digotin bila dayik negirîn niha ji kesên ku dibêjin bila şer raweste re dibêjin xêr e. Em ê cardin li benda banga qesrê bin? Em ti car ji ve yekê venagerin. Divê em vîzyona xwe ya polîtîkaya xwe ya derve jî li ser vê yekê ava bikin. Li ser polîtîkaya mezhebî hûn nikarin polîtîkaya karê derve ava bikin. Eger ku ev gel wê li vê welatê bijîn divê em dev ji neyartiya gelên Suriyeyê berdin. Çawa dibe ku statûya Kurdên ku te digot em bira ne goşt û neynok in heram dibînî. Çawa dixwazin bijîn divê em rêz bigirin." 

Demîrtaş anî ziman ji ber van xeletiyên Tirkiyeyê, Tirkiye edî nikare bibe aktorek herêmî û ragihand ku heman xeletî li hemberî hikûmeta federal ya Iraqê jî didom e. Demîrtaş wiha got: "Ger ku Hikûmeta Federal mutefikê te ye çima kurdên rojava nebe mutefikê te." 

NÎQAŞÊN LI SER DESTÛRA BINGEHÎN

Demîrtaş bal kişand ser nîqaşên li ser çêkirina destûra bingehîn a nû û got, "Em ê ji di vê komisyonê de bin. Ev ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Em ê li ser navê we di vê komîsyonê de li lihevhatine bigerin. Em dixwazin samîmiyeta xwe bidin nişan. Lê ev yek di rewşa nîqaşek serbest de pêkan e. Divê ewil em rê paqij bikin. Divê em çapemeniye azad bihêlin, em ê di parlamentoyê de firsendekî niqaşek hin wêrek pêk binin. Çapemenî di bin tehdîdê ye. Walî û qaymeqam bi îhtîlama 'daxwaza xweseriye heye' ji kar digirin û digirin. Niha serokê meclîsê dibêje werin em qanûna esasî niqaş bikin. Lê gelo misogeriya ku em daxwaza xweseriyê bînin ziman em ê neyên girtin he ye. Em dibêjin em amede ne." 

Demîrtaş got ku aboriya welat jî wekî demokrarasiya welat di krîzê de ye. Demîrtaş ragihand ku deynê Tirkiyeyê zede bûye û wiha domand: "Di modela aboriya Tirkiyeyê de mafê karkeran tineye, rewşa xebatê pergala koletiyê ye. Ev kesên ku evqas pere ji şer re vedigetînin dema ku dor tê karkeran tima dibin. Dema ku krîz mezin bibe dê kê barê ve yekê hilde ser xwe. Fatureya şer li hemûyan tê birîn ji me re jî ji AKP û CHP'iyan re jî te birîn." Demîrtaş got ku divê demokrasî û aboriya Tirkiyeyê bi pêş bikeve û got "Em wê demê dikarin ji welatên din re tiştek bêjin. Lê niha dema em dibêjin dermanê keçel hebe divê ewil li serê xwe de." 

Demîrtaş ragihand ku hikûmet 14 sal in wekî muxalefetê tevdigere wiha got: "Wekî ku muxalefet in tevdigerin. Êdî ji vê psikolojiyê derkevin bê wîcdano. Ji hesab pirsîne derkevin ka hesab bidin. 14 sal in hûn vê wêlatê bi rêve bidin dê hay ji vê yekê derkevin." 

Demîrtaş da zanîn ku wê li hemberî derdorên ku dixwazin wan li derveyê siyasetê bihêlin bi israr di nav siyasetê de bimînin û HDP wê bi ruhê 7 Hazîranê tevbigere. Demîrtaş gotinên xwe bi helbesta Ahmet Arîf bi dawî kir. Demîrtaş axaftina xwe bi kurdî bi dawî kir û dayikên li salonê silav kir.