Demîrtaş li ser 'Komkujiya Enqereyê' peyamek weşand

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, mirovên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got, "Hê jî hesab ji hêzên li pişt komkujiyê ne nehatiye pirsîn. Nirxa herî xurt a me li ser piyan digire hêvî ye. Em hêviya xwe ji dest nedin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya Komkujiya Enqereyê, ji Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniyek da.

Demîrtaş got, "10'ê Cotmeha 2015'an, bi deh hezaran mirov li Enqereyê li hev civiyan û mîtînga aştî û demokrasiyê pêk anîn. Di ser êrîşa DAIŞ'ê ya dijî vê mîtîngê re 2 sal derbas bûn.

Ev dema ku di ser vê êrîşa herî bê rehm û derveyî mirovahiyê ya dîroka Komara Tirkiyeyê re derbas bû, êşa me sivik nekir. Bîranîna wan mirovên bedew, ku ji çar aliyên welêt ji bo aştiyê hatin Enqereyê, lê di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi me re ye.

Tespîtên ku wê rojê me li ser hêzên komkujî kirin û yên wan diparêzin kirin, piştrast bûn. Hê jî hesab ji hêzên li pişt komkujiyê ne nehatiye pirsîn.

Li şûna ku li cihê komkujî lê hatiye kirin bîrdariyek bê danîn, destûr nehat dayin ku di salvegera komkujiyê de merasîma bîranînê bê lidarxistin. Nehiştin ku mirovên me şîna xwe deynin.

Lê belê ev hemû êş, wê bên û biçin. Wê hesab ji sûcdaran bê pirsîn, li cihê ku komkujî lê hate kirin, mîna ku divê bê kirin wê bîrdarî bê danîn û em ê bi sed hezaran kesî, canên me ji dest dane bi bîr bînin. Nirxa herî xurt a ku me li ser piyan digire, hêvî ye. Em hêviya xwe ji dest nedin.

Ez careke din welatiyên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim, êş û şîna malbatên dilşewat ku êşa wan hê teze ye, parve dikim."