Demîrtaş li Qada Republique bi deh hezaran re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Qada Republique ya Parîsê bi deh hezaran Kurdistan û Tirkiyeyiyan re hat gel hev.
ANF
PARÎS
şemî, 2 gulanê 2015, 17:21
Demîrtaş di çarçoveya kampanyaya hilbijartina 7’ê Hezîranê de li Parîsê bû. Demîrtaş li Qada Republîque ya Parîsê bi deh hezaran Kurdistan û Tirkiyeyiyan re hat gel hev.
Li qadê Komê Muzîkê Piya bi stranên Kurmancî, Zazakî û Tirkî coşa li qadê bilind kir.
Bi deh hezaran kes ku bi heyecan li bendî Demîrtaş bûn, çapemeniya Fransî ji saetên sibê ve serdana Demîrtaş a Parîsê ragihandin.
JI BO JIYANEKE NÛ DENG JI HDP’Ê RE
Li qadê deklarasyona piştevaniya bi HDP’ê re ya bi banga "Ji bo jiyaneke nû deng ji HDP’ê re” hat xwendin. Di deklarasyonê de ligel îmzeya Partiya Komunîst, Partiya Çep a gelek beşên polîtîk ên çepgir heye.
Demîrtaş bi çepik û tilîliyan li dikê cihê xwe girt.
DITIRSIN
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de kesên xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê didomînin spas kir. Demîrtaş got: "Di nav wehşeta li Rojhilata Navîn, wek hêvî û heyecanekê hêviya rizgariya gelan a ji bo pêşerojê HDP heye. Ji tevayî hêzên berxwedêr re yên bi fedakariyeke mezin HDP derxistin holê re silav.” Demîrtaş bal kişand ser tirsa Erdogan.
Demîrtaş axaftina xwe wiha domand: “Em vê sozê didin tevayî dostên me yên li sirgûnê. Çiqas nirxên ku we ji salên 60’î afirandine me ew mîras bi rûmet dewr girt. Em ê encameke layiqî we derxin. Em dizanin me mîrasa kê dewr girtiye. Ev mîrasa Îboyên ku di îşkenceyan de sir nedan. Mîrasa Denîzên li sêdaran pihîn li kursiyan dan mîrasa Mahîran e. Mîrasa Pîr Sultan, Seyîd Riza ye. Mîrasa Mazlûmên li zîndanên Amedê li ber xwe dan, mîrasa Sakîneyan e.”
Demîrtaş behsa êrîşên li hember HDP’ê kir û got: "Bila vê ji bîr nekin. Ez ji kesên ku alên HDP’ê dişewitîn re vê dibêjim. Ev al ne bi pereyên diziyê bi pereyên helal hatin kirîn.
Demîrtaş di dewama axaftina xwe got ku wê modeleke weke ya Rojava ava bikin û ji Qada Republique Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.
Demîrtaş di nav eleqeyeke mezin a gel de ji qadê veqetiya. Piştî Demîrtaş li ser navê komîsyonên hilbijartinê yên HDP’ê Kenan Onen der barê xebatên hilbijartinê de agahî da gel.