Demîrtaş li Parîsê bi nûnerên Elewiyan re hat gel hev

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya ziyareta xwe ya Fransa de bi nûnerên saziyên Elewî yên li paytext Parîsê re hat gel hev.

Demîrtaş, ji Elewiyan piştgirî xwest û got ku HDP mala wan e.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya ziyareta xwe ya Fransayê de li Dergeha Pîr Sultan Abdal a girêdayî FEDA bi nûnerên AABF, Komeleya Elewiyan a Sînemîlî, Komeleya Elewiyan a Bazarcix-Elbîstan, Komeleya Elewiyan a Duxu re di taştêyekê de hat gel hev. Demîrtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê yekane adresa Elewiyan HDP ye, li hember dîktatoriya AKP’ê divê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP bê destekkirin.”

Demîrtaş bibîr xist ku sibe salvegera mirina Seyîd Riza ye û wiha dewam kir: "Pêwîst e dewleta Tirk hesabê vê bide. Divê bi dîrokê re rû bi rû were. CHP jî nûnerê heman zîhniyetê ye. Em ê hesabê wê bipirsin. Em nûnerên Îboyan, Mazlum Doganan, Denîz Gezmîşan, Mahîr Çayanan in. Ji bo hesabê van hemûyan bê pirsîn em bang li her kesî dikin ku di bin banê HDP’ê de bên gel hev.”

SAZIYÊN ELEWIYAN ELEQEYEKE ZÊDE NÎŞANÎ HDP’Ê DAN

Nûnerên Elewiyan jî diyar kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriyê bidin HDP’ê û bang li her kesî kirin dengên xwe bikar bînin. Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bêmal Ozdemîr ji ber Demîrtaş dergeha wan ziyaret kir spas kir û got ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê dengên xwe bidin HDP’ê.