Demîrtaş: Kurd wê daxwaza statuya xwe ji cîhanê re îlan bike
Demîrtaş: Kurd wê daxwaza statuya xwe ji cîhanê re îlan bike
Demîrtaş: Kurd wê daxwaza statuya xwe ji cîhanê re îlan bike
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişande ser daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li hikûmetê kir ku heta 1'ê Îlonê projeya xwe ya derbarê çareseriyê de aşkere bike. Demîrtaş, li ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên derbarê rojavayê Kurdistanê jî got: "Di rewşa ku ji bo 15 milyon kurdî hûn bêjin em bira ne, nabe hûn dijminatiya 1.5 milyon kurdên Rojava bikin." Demirtaş piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re peyama wî parve kiribû roja duşemê jî beşdarî civîna amadekar a Konferansa Netewî ya Kurd bûbû. Demirtaş ku xwest têkildarî pêşveçûnên dawî de raya giştî serwext bike li Amedê derket pêşberî rojnamevanan û pirsên wan bersivandin. Li ser pirsên têkildarî Konferansa Netewî ya Kurd Demirtaş destnîşan kir ku biryara di nava mihekê de lidarxistina konferansê dicî de ye û tu astengî li pêşiya pêkanîna biryarê tune ne û wiha got: "Ev 5-6 sal bûn ku ji bo konferansê hewldan hebûn. Cara yekê bi beşdariya hemû hêzên kurd civînek li dar ket. Kurdan heta roja me di bin desilatdariyên cuda de gelek êş kişandin. Avakirina yekîtiyê ya Kurdan hem ji bo 40 milyon nifûsa kurd hem jî jöi bo welatên herêmê wê bibe wesîleya aramiyê.
Demîrtaş destnîşan kir ku bandora hevdîtina Hewlêrê wê li Rojava jî bibe û diyarkir ku baweriya wî yeke ku konferansa were lidarxistin wê ji bo çareseriya pirsgirêkên rojavayê Kurdistanê jî biryarên girîng bide. Demîrtaş diyar kir ku heya niha ji bo Rojava çareseriyek ne hatiye dîtin û wiha got: " Em geşedanên dawî weke guhertinê dinirxînin. Gelê kurd li kijan welatî dixwaze bi kijan statuyê jiyan bike dê di saya vê kongreyê de ji cîhanêre îlan bike. Sûriye niha bi têkçûnê re rû bi rû ye. Derketina ji vê têkçûnê hemû cîhan lê digere lê nabîne. Kurdên li Sûriyeyê nokteya kilîte. Gelê kurd yê li Rojava niha dixwaze wê rewşa şîdetê bikêşîne diyalogê. Kongerya Netewî dê riya aştî û çareseriyê li Sûriyeyê veke. Piştî êrîşa di navbera kurdên Sûriyeyê û komên girêdayê El Kaîdeyê, hevalên me yên parlamenter ji birêz Ahmet Davutoglu re parvekirin. Divê Tirkiye ji hewldanên provakatîf dur bikeve. Ev gelek şaş e .Divê Tirkiye mafê hemû komên li wir biparêze. Gelê bakurê Kurdistanê û partiyên siyasî amadene ku piştgirê bidin Rojava. Wê kongere bingehekê ji bo vê yekê avabike. Ji ber ku îro ne tenê dilê gelê kurd yê li Tirkiyeyê, dilê hemû gelê kurd ji bo Rojava diavêje."
'Kurdên li Rojava ne dijminin'
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kurdên ku li Sûriyeyê dijîn ji bo tu kesî tehdît nînin û ev tişt got: " Divê ku Tirkiye bibîne ku li Rojava dostanî û biratî derketiye holê. Niha pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê dimeşe ji ya kurdên li Rojava dijîn serbixwe nîne. Raste rast bi hev ve girêdayîne. Ji hikûmetê kî biaxive divê ku vê yekê jî bîr neke. Hikûmet dibêje li Tirkiyeyê 15 milyon kurd birayên minin, hûn nikarin ji 1.5 milyon re bêjin dijmin. Çima kurdên li Sûriyeyê êrîşî Tirkiyeyê bikin. Ev yek ne aqil, wijdan û ne jî siyaset qebûl dike. Divê ku Tirkiye jî vê yekê neke nayê qebûl kirin. Wezîrê Karê Derveyê Rusyayê li hemberî êrîşên hember kurdan pêktên hesasiyeta xwe daniye holê ev yek girînge."
Hikûmet hişyar kir
Demîrtaş derbarê piştgiriya Tirkiyeyê ya ji hin komên çeteyan ên li Sûriyeyê jî nirxandin kir û hikumetê wiha hişyar kir: "Divê hikumet bi gotina ku ez ê li Sûriyeyê çareseriyê bigerim, benzîn bernede ser agir. Tu helwesta Tirkiyeyê ku piştgiriyê bide komekî li Sûriyeyê divê nebe. Tirkiye neçar e ku mafê hemû gelên li wir biparêze. Gelo ji aliyê pratîkî ve wisa ye? Na! Ev ji bo Tirkiyeyê xeletiyekê esasî ye. Din nava lêgerîna ku gelo ez kîjan koman dikarim li hemberî Kurdan bi kar bînim bû! Birêz Davûtoglû dibêje ev tiştên ku hatine gotin ne rast e, lê cardin jî divê mirova bi baldar tevbigere. Ev dê feyde bide Tirkiyeyê jî. Berovajî vê ji bo Tirkiyeyê dê xetereyên gelek cidî dibe ku derkeve. Heke bêjin li şûna ku em ê bi gelên bi hezaran sal in li wir dijîn bi yên dagirker re bibin cîran, tabî dê rewş cuda be." Demîrtaş, piştî pirsên derbarê Rojava bersivand, bersiv da pirsên der heqê pêvajoya 'çareseriya demokratîk'.
Demîrtaş, diyar kir ku têkildarî pêvajoyê de gumanên wan ji hikûmetê heye û ji Ocalan re tu gumanên wan tunene. Demîrtaş, anî ziman ku Ocalan li gel şertên gelek kêm berpirsiyariya xwe ya pêvajoyê bi cih tîne. Demîrtaş, da zanîn ku sekna Ocalan a di mijara çareseriyê de zelal e lê hikûmetê heya niha tu gavên şênber neavêtine û wiha got: "Birêz Serokwezîr hêj jî dibêje ew dê qereqolan çêbikin. Çêkirina qereqolan tê wateya bawerî bi aştiyê tuneye. Tê wateya baweriya min bi aştiya mayînde tuneye. Wê demê di serê Birêz Serokwezîr de ev yek heye; 'Dibe ku çareserî pêk neyê û pevçûn dest pê bikin û wê demê em demildest qereqolên xwe çêbikin' Divê di serê îlonê de projeyek û paketek derbikev holê. Birêz Ocalan ji vê pêvajoyê bêhêvînî nîn e lê divê hikûmet dê çi bike ji raya giştî re aşkera bike. Divê hikûmet heya serê îlonê xebatên xwe bi dawî bike. Heye dê çi çêbibe neyê zanîn asta duyemîn bi dawî nabe. Heke bi dawî nebe jî asta sêyemîn dest pê nake. Divê nîqaşa pirsa PKK derket derveyî welat an na bi dawî bibe. Pirsgirêka sereke derketina PKK'ê nîn e dê çawa vegere ye. PKK bêyî zagon bi çekên xwe derket derveyî welat. Lê incax bi riyên zagonî vegerin. Encama vekişandinê pêk hat. Pevçûn bi dawî bûn. Divê hikûmet heye serê îlonê dê çi bike parve bike. Ev dîrok gef nîn in."
Demîrtaş, bersiva pirsa vekirina balafira Şirnexê ya navê siyasetmedarê kurd Şerefettîn Elçî lê kir a ku Serokwezîr Erdogan tevlî bibe amadekariyekî pêşwazîkirinê heye an na jî wiha da: "Ji balafirgehê re navê siyasetmedarekî kurd ê bi rûmet lêkirin bi qîmet e. Li hemberî jest hikûmetê me jî ji rêxistina xwe re ferman da. Di encamê de Birêz Serokwezîr ji vekirina balafirgehê re tê. Me ji rêxistina xwe re ferman da lê tu amadekariyên BDP dê pêşwaziyekî bi girseyî bike tuneye."
'Daxwaz Ocalan li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye'
Demîrtaş, da zanîn ku daxwaza Ocalan tenê bi hinek nûnerên çapemeniyê re li Îmraliyê bê cem hev û daxwazekî civînekî çapemeniyê nîn e. Demîrtaş, têkildarî helwesta hikûmetê ya di vê mijarê de jî wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze bi komekî rojnamegerên ji vê pirsgirêkê fêm dikin bê cem hev. Ligel hikûmet jî vê yekê dixwaze dibêje civîna çapemeniyê ev yek tiştekî rast nîn e. Ev li dijî zagonan nîn e. Ev yek li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Hikûmet li dijî vê yekê derketin nayê fêmkirin. Bi kesê bi peyvekê şerê 30 salan rawestan re hevdîtin nayê kirin. Birêz Ocalan kesekî bi rêzê nîn e. Hûn dikarin li hemberî kesekî wisa bêhiqûqiyan pêk bî? Hemû girtiyên li Tirkiyeyê dixwazin bi hinek kesan re hevdîtinê bikin lê Birêz Ocalan nikare bi tu kesî re hevdîtinê bike. Divê Wezîrê Dadê piştî serlêdanan destûra rojnamegeran bide û rojnamegeran bibe Girava Îmraliyê. Divê teqez komekî rojnamegeran biçe Îmraliyê."
'Ocalan ji ber pêvajoyê bi fikare'
Demîrtaş, di civînê de agahiyên derbarê tenduristiya Ocalan de jî parve kir. Demîrtaş, bilêv kir ku rewşa Ocalan zêde xeter nîne û wiha axivî: "Ew zêde nexweş nîne, lê ne li ser xwe ye. Em hemû mirovin. Xwedê kengî bixwaze wê demê mirov dimire. Eger rewşa Ocalan ku pêvajoyek wiha qrîtîk dimeşîne wiha li holê bê hiştin, dewlet wê pêvajoyê bi destê xwe têk bibe. Eger tiştek li wê derê bê jiyandin, dê rê li ser karesatekî mezin veke. Lazime dewlet di warê tenduristî û azadiya Ocalan de hestewar be. Birêz Ocalan ne ji mirinê ne jî ji tenduristiya xwe ditirse. Tenê ji ber pêvajoyê di nava fikaran de ye. Birêz Ocalan, ev 15 sale wekî rehîneyekê tê girtin. Êdî divê hikûmet têkildarî statuya Ocalan de gavekî bavêje." Demîrtaş, her wiha got ku Wezîrê Dadê têkildarî serdana TTB'ê ya ku dixwestin Ocalan li Îmraliyê muayene bikin de ji wî re gotiye, ew nikarin destûr bidin heyeta TTB'ê biçe Îmraliyê.
'Divê hikûmet derketina serê çiyê baş fêm bike'
Demîrtaş di dawiyê de derbarê mijara çûyîn ciwanan ya çiyê de jî hin nirxandin kirin û wiha axivî: "Eger ciwanên kurdan hêj diçin ser çiyan se, ev ji ber polîtîkayên hikûmetê ne. Hikûmet ji van ciwanan re nabêje, 'Neçin ser çiyan werin siyaset bikin' BDP na, polîtîkayên AKP'ê berê ciwanan dide çiyan. Eger mirov bi salan di girtîgehan de tên girtin, her roj li nava kolanê rastî bombeyên gazê tên û di her firsendê de hûn heqeretê li wan bikin se, ciwan wê berê xwe bidin çiya. Heta ku walî, raporên van amade dikin, bila raporên rewşê vedibêjin, bidin hikûmetê. Eger hikûmet van ciwanan dê ji çiyê bîne se, bila jê netirse. Na eger, hikûmet ji bo hatina wan ya ji çiyê tiştekî nakese, bila wê demê bitirse."