Demîrtaş ji The Guardîan re nivîsî: Ji hicra xwe li dijî Erdogan radiwestim

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ku lê rehîn e ji rojnameya Ingilîz The Guardîan re gotarek nivîsî.

Gotara Demîrtaş a bi navê ’Ji hicreya xwe ya girtîgehê li dijî Erdogan radiwestim’ wiha ye:

Ez van rêzikan ji girtîgeheke Tirkiyê ya bi ewlehiyeke zêde dinivîsim. Ji  bo hemû kesên ku bi demokrasiyeke aram dijîn teqez rewşeke sosret e. Li welatekî ku demokrasiya parlamenter li gor ya hewce sazkar be, parlamenter an jî serokên partiyan ji bo ku siyaset kirine navêjin girtîgehan. Li dijî hikûmetê çendî rexneyan bînin jî, çendî rikberiyeke kêrhatî bikin jî, bijartî ji ber ramanên wan ên siyasî nayên girtin.

Lê li gel ku li parlamentoya Heverokê wê partiya siyasî ya mezin ê sêyan bûm ku vîna 6 milyon mirov temsil dikir beriya bi 20 mehan hatim girtin. Dema ku cara pêşî ez birim ber dadger di ser girtina min re salek derbas bûbû. Li gorî îdîanameyên derbarê min 183 sal ceza ji min re tê xwestin.

Beriya ku bibim parlamenter, ez parêzerê mafê mirovan bûm û ji bo rapora li ser binpêkirina mafê mirovan girêbidim gelek caran min serdana girtîgehan kiribû. Lê bi nasnameya parezêriyê dîtine dîwarên girtîgehê û li pişt dîwaran rehînebûna siyasî ji hev pir cuda ye. Di van 20 mehên dawî de, ji muxalefeta civakî ya Tirkiyê baweriya min neşikestiye. Nelson Mandela  rewşa girtîyê siyasî yê li girtîgehê tê çi maneyê di otobiyografiya xwe de wiha gotiye: ‘’Girtîgeh ji bo sebr û semaxê cihekî baş ê perwerdebûnê ye. Beriya her tiştî ji bo kesê girtî azmûna biryardariyê ye.’’ Ez jî ji bo ku min mafê ramanê û rêxistiniyê bi kar aniye hatime girtin, weke bi deh hezaran mirovên girtî ji azmûna perwerdehiyê û biryardariyê derbas dibim.

Di hilbijartinên sibe de, ji 6 namzetên Serokkomariya Tirkiyê yek jê me ku kampanyaya xwe li girtîgehê , ji hicreya xwe dikim. Sedema biryara min a li ser namzetiya Serokkomariyê bi wê baweriyê ye ku têkoşîna li dijî rejîmeke otorîter a bi rêveberiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tekane rê ye ku li Tirkiyê aştî û demokrasi dîsa zindî bibe. Ji bo ku kampanaya xwe bikim tekana derfeta min  ew e ku bi rêya parêzerên xwe bikaribim peyaman bigihînim derve, helbet min hay ji vê heye. Lê li gel van sînoran û li gel hikûmeta ku 90 ji 100’î medyaya sereke rê ve dibe, mirov, nexasim jin û ciwan li ser navê min, bi rengekî çalak kampanyayê rê ve dibin.

A rast, bi qasî ku li vir dikarim bişopînim, ji bilî Erdogan hemû namzet kampanyayek kêrhatî dikin. Ev namzet li gel cihêtiya wan a îdeolojîk jî hay ji sê heqîqetên girîng hene. Ya pêşî; dema ku mirov li demokrasiya mayî ya  Tirkiyê binere, ew fikara ku Tirkiye bi qasî ku ji hêla kesekî ve nikaribe were rêvebirin mezin e. Me berdêla hewldana  Erdogan ya bi mebesta ku bibe yek dest dît. Em tenê ne pevçûnên wî yên domdar ên bi Rojava re radigirin, her wiha em bi gelek krîzên navxwe yên siyasî û aborî re jî dilebikin.

Ya dî; Dîtin ku Erdogan newêre bi min re, bi şertên wekhev bikeve pêşbikrê û hebûna min a li girtîgehê şermezar kirin.

Ya dawî û girîng; wan jî dît ku li Tirkiyê gel xwedî daxwazeke mezin a guherînê ye.  Kêfnexweşiyeke kolektif heye ku ev di nav hilbijêrên Tirkiyê de ji kûr ve tê hîskirin û bi ankêtan nayê pîvan.

Desthilata AKP’ê got bûyerên van demên dawî, sersedema hemû neyêniyan Rojava ye û bi hostatî hilbijêrênn milliyetgir û mihefezakar  da rex xwe û xapandin. Di kampanyaya hilbijartinê ya Erdogan de bi rengekî vekirî xuya dike ku gel pêça xwe nade Erdogan, ev delîla herî zelal e ku bayê guherînê rabûye. Biya min mirov serwext bûne ku ji rewşa tengijî ya li Tirkiyê wê kê tawanbar dikin û ev ê sibe di encaman de xwe nîşan bide.

Em bi bîr bînin; her rejîma otorîter teqez hildiweşe. Hin jê pir zû û hin jê jî li demê berbelav dibin û hildiweşin..

Selahattîn Demîrtaş

23’yê Hezîrana 2018’an

Girtîgeha Edîrneyê ya bi Ewlehiya Zêde