Demîrtaş ji du dozan îfade da

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, îro li Enqerê û Rihayê bi rêya sîstema SEGBÎS’ê îfade da.

Demîrtaş di îfadeya ku “Heqaret li Serokkomar kiriye” de got: “Li şûna parêzerên Serokkomar, parêzerên Devlet Bahçelî doz vekiriba min ê wate bidabanê.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Edirneyê dimîne, têkildarî gotina ji bo Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ku gotibû: ‘Hem ji bo Serokkomar dibêjî diz, hem jî yê ku jêrê dibêjî diz li Qesrê di nava xweşiyê de ye”di çarçoveya ku heqaretê li Serokkomar Erdogan diki bi rêya SEGBÎS’ê îfade da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, bi îdiaya "heqaret" û "astengkirina peywirê" li polîsan ên di 4'ê kanûna 2013'an de dema Demîrtaş ji Wêranşarê diçû navçeya Serê Kaniyê û li têketina navçeyê bi TOMA'yê mudaxile kirine kiriye, bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgerê Wêranşarê. Di dema karên îfadedayînê de li gel Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, gelek parêzer jî amade bûn û hat zanîn ku, lê pirsîn li ser gilîkirina polîsan dest pê kiriye.

Îfadeya Demîrtaş a li dozgeriyê wiha ye:

“En nizanim ku ka ji ber çi parêzerên Serokkomar çi ma di der barê min de doz vekirye. Eger ku parêzer Devlet Bahçelî di der barê min de doz vekirba minê fêm bikiriba. Tenê mijar ne ew e ku min têkildarî Serokkomar gotinek kiriye. Tenê min gotina Devlet Bahçelî anî bîra wî. Nexasim Devlet Bahçelî di tevahî kampanyayên hilbijartinê de ji bo Serokkomar digot diz e . Digot ‘Eger ku em hesab ji vê dizînê nexwazin nemerdin’ kampanyaya hilbijartinê bi rêve dibir. Min jî piştî helbijartinê ev yek anî bîra Bahçelî. Vi awayekî vekirî ez ketim wê rewşê ku vê bêjim: ‘Hem dibêjî Serokkomar dizî, hem jî kesê ku tû dibêjî diz e li Qesrê di nava xweşiyê de ye.”

ÇIMA MAFÊ BAHÇELÎ YÊ GOTINÊ HEYE JI BO MIN QEDEXEYE

Têkildarî vê mijarê bi rast e rast tiştek ji bo Serokkomar negotiye. Lê mixabin têkildarî Bahçelî yê ku ji bo Serokkomar gotiye diz ji aliyê dozgeriyê ve tiştek nehatiye kirin an jî li ser nerazîbûnên parêzerên Serokkomar heta niha doz nehatine vekirin. Li gorî qanûnan mafê Bahçelî heye ku ji bo Serokkomar bêje diz e, tenê gotina min hatiye qedexekirin?

MIJARA SERKE CUDAKARIYA SIYASETÊ YE

Li vir bi awayekî vekirî û zelal cudakariya siyasetê ye. Li vir gotina Bahçelî ya ku her kesê deng dabe HDP’ê bêşerefe, heqaret li 6 milyon welatiyan kiriye, dozgeran fezelek amadenekirine. Tevî ku têkildarî vê jî me gilî jî kir lê ti fezleke nehatin amadekirin.

DEMÎRTAŞ LI RIHAYÊ JÎ ÎFADE DA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, bi îdiaya "heqaret" û "astengkirina peywirê" li polîsan ên di 4'ê kanûna 2013'an de dema Demîrtaş ji Wêranşarê diçû navçeya Serê Kaniyê û li têketina navçeyê bi TOMA'yê mudaxile kirine kiriye, bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgerê Wêranşarê. Di dema karên îfadedayînê de li gel Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, gelek parêzer jî amade bûn û hat zanîn ku, lê pirsîn li ser gilîkirina polîsan dest pê kiriye.

'RAYA GIŞTÎ TÊ XAPANDIN'

Piştî parastina Demîrtaş û parêzerên wî ya têkildarî îdîayên tên kirin, Beştaş li ber edliyeyê daxuyanî da. Beştaş got, di dîroka ku mudaxileya polîsan pêk hat de, li dijî konvoya hevserokên wan î giştî êrîşeke çekdarî pêk hatibû û anî ziman ku, kesên bi ava şid û bombeyên gazê êrîş dikin nayên darizandin, lê hevserokên wan î giştî tabiî karên îfadedayînê tên kirin. Beştaş diyar kir ku, tiştên pêk tên têkildarî pêvajoya siyasî ne û rêbazên huqûqî nayên bi kar anîn û wiha got:"Tu eleqeya vana bi huqûqê, bi Devleta huqûqê, bi birêvebirina TBMM'ê, destnedayîna qanûnî re tune ye. Bi van darizandinan re, bi taybetî bi lezkirinê dixwazin şor bikin û bi vî awayî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê bixapînin."

'ÎFADEDAYÎNA DEMÎRTAŞ ŞERM E'

Beştaş got, her roj parlementerek wan bi tawanbariyan li sandalyeya gumanbaran tê rûniştandin û wiha got:"Ev li ber çavê raya giştî bi temamî hewldanên krîmînalîzekirina HDP'ê ye. Gotinên hevserokên me yî giştî, parlementerên me û em dibêjin, em dizanin wê bigihên kû derê.