Demîrtaş: Hikûmet bi rêya tecrîda li Îmraliyê, provokasyonê dike
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û destnîşan kir, ku AKP provokasyonê dike. Demîrtaş got, "Nêzîkatiya we û ya darbekaran a li hemberî Îmraliyê, weke hev e."
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û destnîşan kir, ku AKP provokasyonê dike. Demîrtaş got, "Nêzîkatiya we û ya darbekaran a li hemberî Îmraliyê, weke hev e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de rojeva heyî nirxand.
GIRTÎGEH
Demîrtaş bal kişand ser bandora Rewşa Awarte li girtîgehan û diyar kir, mafê axaftina bi rêya telefonê ji hefteyekê kirine 15 rojan carekê, mafê hevdîtina girtiyekî bi 3 kesan re hatiye betalkirin û hevdîtina girtiyan bi xizmên xwe û parêzeran re hatiye qedexekirin.
Demîrtaş da xuyakirin, ku ji pêkanîn û îşkenceya li girtîgehan, yekser Wezîrê Edaletê berpirsyar e û got, "Eger li welatekî mafên mirovan li girtîgehan tine be, hingî li ti cihî tineye."
HEWLDANA DARBEYÊ
Demîrtaş li ser hewldana darbeyê û rewşa piştî darbeyê jî bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku her gavê dibêjin, 'em hatine xapandin' û ev tespît kir: "Kesî kes nexapandiye. Erdogan jî, Cemaet jî ji bo heman armancê xebitîn. Ji bo bidestxistina dewletê, we jî bi wan re hevkarî kirin, tifaq kirin. AKP û Cemaet dema ji xwe bawer kirin ku bi têra xwe mezin bûne, herduyan rabûn xiyanet li hev kirin. Peymana navbera xwe xera kirin. Peymana 'bi hev re bidestxistina dewletê' xera kirin. Sedema şerê navbera wan ev e. Armanca wan yek bû. Hevkarî bi hev re kiribûn."
Demîrtaş da xuyakirin, ku lêborîna ji ber 'xapandinê' jî sûcê hatiye kirin sivik nake û got, "Hûn ji vê 'xapandinê' poşman jî bûbin, herî zêde hûn dikarin ji qanûna poşmaniyê sûdê werbigirin."
Demîrtaş wiha dewam kir: "We 30 salan dan dû kesekî hişê xwe avêtiye. Yekî din sibê rabe bêje min Hz. Pêxember di xewna xwe dît, gelo çi garantî heye ku hûn nedin dû wî jî? Hûn 30 salan li pey wî meşiyan, dest û lingê wî maçî kirin. Ya rast naxwazin Gulen bê îadekirin. Xwedê zane, dema were dibe ku qala hin tiştan bike. Eger bê vê derê û qala tiştên pê dizane bike, Xwedê bistirîne wê Tirkiye li sîstema yek partiyî vegere. Ji ber ku em ê bi tena serê xwe bimînin. Naxwazin were, ji ber vê yekê nîqaşa îdamê dikin. Eger li welatekî nîqaş li ser îdamê hebe, yan jî îdîa li ser îşkenceyê hebe, îadekirin nepêkan e. Halbûkî binêrin bê derket û çi got. Got; 'Em ê welê ceza bikin, ku wê li ber me bigerin, ku em wan bikujin'. Dibe ku derkeve holê ku dewleta esîl Gulen bi xwe ye, ev bûne paralel."
TECÎDA LI ÎMRALIYÊ
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmet rexne kir.
Demîrtaş got, "Di demeke ewçend krîtîk de, gelo çi wateya tecrîda li îmraliyê heye... Ez nabêjim, ev gotina Nûman Kûrtûlmûş e. Dibêje 'Darbekaran wê li Îmraliyê operasyon bikira û şerê navxweyî derxista'. Madem hûn bi vê hesasiyetê dizanin, madem darbekaran xwestin bombeyan li wê derê bibarînin, wê demê hûn çima nahêlin parêzer biçin wê derê? Eger darbekaran xwestibin rê li ber aloziyê vekin, wê demê ji bo pêşîgirtina li vê yekê, hûn çima gavekê navêjin... Darbekar xizmetê ji kîjan armancê re dike, hûn jî xizmetê ji heman armancê dikin. Darbekaran bombe li parlamentê barandin. Çi garantî heye ku nikaribin bombeyan li Îmraliyê bibanînin? Çend leşkerên darbekar li Îmraliyê wezîfeyê dike, em bi vê nizanin. Mafê her girtî û hikumxwaran heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Di demeke ewçend krîtîk de hûn çima destûra vê nadin? We sal û nîvekê bi vî lîderî re muzakere meşandin, nabe ku hûn vê li wî bikin. Navê vê provokasyon e. Welat di nava şert û mercên darbeyê de derbas bû. Mafê malbatê û parêzeran heye ku zanibin ka çi qewimiye. Gelo haya we ji rewşa tengezar û aloz a ji ber vê yekê derketiye holê nîne? Nêzîkatiya darbekaran û ya we ya li hemberî Îmraliyê weke hev e. Gelo 2,5 salan yên paralelî heyetên me dibirin û danîn? Eger hikûmet bi lez û bez bi însiyatîfê tevnegere, wê ev pêvajo dewam bike. Xuya ye ji qewimînan encameke bi tenê ya rast dernexistiye. Ev nêzîkatî bi kêrî aştiyê nayê."
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got, "Birêz Nûman Kûrtûlmûş duh we gotin, Stenbol jî di nav de li 81 bajaran şahiya demokrasiyê heye. Qet nebe we Şirnex nexistibûna nava van. Li wir mirov nîne, qedexe dewam dike. Hê jî Şirnex tê xerakirin, pêşkêşî muteahîtên sercerdevan hatiye kirin. Ji bo hilweşandinê jî bi trîlyonan pere tê dayîn. Naxwazin qedexe bê rakirin. Lê belê, bi biryar in ku temamiya Şirnexê hilweşînin. Heman tişt anîn serê Cizîrê, Sûrê. Bi heman armancê dixwazin Cizîr û Geverê bikin bajar."