Demîrtaş: Heta heta bimînim jî ez rûmeta xwe li erdê nadim!

Selahattîn Demîrtaş got: “Namzetekî serokkomariyê ku dengê 6 milyon kesî girtî û nûnerê patiyekê me. Bê rêziyê napejirîni. Ez bê biçim heta heta li girtîgehê bim, lê heqaretekî wiha napejirînim.”

Danîşîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatttîn Demîrtaş ê rehîn hatî girtin di roja 2’emîn de li salona danîşînê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncarê dewam dike.

Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û gelek parlamenterên HDP’ê dozê dişopînin. Ji heyeta biyanî 5 kesan berdan salona danişînê. 6 kesan bi hêceta akredîte nîne wan bernedan hundir. Di roja duyemîn de jî nehiştin rojnameger derbasî danişînê bibin. Tenê rojnamegerên kartên wan zer heye berdan. Bi dehan parêzer di dozê de amade ne.

‘HÛN LI BER ÇAV SÛC DIKIN’

Demîrtaş ewil têkildarî reda dadger a der barê wî de da axivî û got: “Dadgehek nikare wisa li hember me tevbigere. Heke hûn biryara DMME’yê nas nakin, hûn dikarin pir eşkere bêjin ‘biryara DMME’yê me eleqedar nake.’ Qet nebe ka hûn alî ne an ne alî ne we biryar nedabûya. We bişanda 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran. We bigota; ‘Em ne alîgirin.’ Lê biryar we bixwe da. We neşand dadgehek bilind. Hûn li ber çav sûc dikin.”

‘HÛN XIZMETA DESTHILATDARIYÊ DIKIN’

Demîrtaş parastina xwe wiha domand: “Hûn peywîra xwe xerab bikar tînin. Hûn nikarin henekê xwe bi me bikin. Ez vê yekê qebûl nakim. Hûn peywîra darazê ku dane we ji bo min, dengdêrên min û nasnameya min a siyasetê tasfiye bikin û ji bo desthilatdariyê bibe hêz bikar tînin. Hûn îtîrazên me tune dihesibînin. Em ji danişîna ewil ve qeyda deng dixwazin, lê hûn biryara navberê didin. Lê hûn daxwaza me ya dosyeya qeydên deng têde ne red dikin. Ez dibêjim deng ne yê min e. Ez dibêjim îtîraza min a ji bo vî dengî heye. Lê hûn naynin. Hûn henekê xwe bi hişê me dikin.

HEKE MIN SERÎ BITEWANDA NIHA LI QESRÊ BÛM’

Heke ku biryara DMME’yê we eleqedar nake lê ev du sal e çima Wezareta Dadê li weir parastinê dike? Bi vê biryarê derket holê ku hûn ji min baştir siyasetmedar in. Li vê salonê hûn siyasetmedarin bi redkirina dadgeriya we ev derket holê. Li vê salonê yên herî biêhiqûq em xuya dikin ne? Biryara DMME’yê wek bûzê we eleqedar dike. Me ji bo vê biryarê têkoşîna hiqûqî birêve bir. Tune hesibandina vê biryarê em qebûl nakin. Ez ji parastina rûmeta vîna ez temsîl dikim berpirsim. Heke min serê xwe ji Erdogan re bitewanda niha ez ne li hepsê ez ê li Qesrê bûma.”

HÛN RÛMETA ME DIPELÊXIN’

Demîrtaş da zanîn ku ew bi destê AKP’ê tê darizandin û got: “Hûn li ser daxwaza Tayyîp Erdogan van biryaran didin. Lê hûn nikarin van biryaran li ser daxwaza AKP’ê dewam bikin. Ez nabêjim xelas bikin. 142 sal ceza ji bo min tê xwestin, lê hûn 141 cezayê min erê bikin jî wê xatirê min bimîne. Ez henek nakim. Ji bilî Xwedê ez ji tu kesî natirsim. Lê ez ê rûmeta xwe nexim bin piyê we. Hemû jiyana min bi parastina rûmetê derbas bû. Lê ez ê nehêlim tu kes rûmeta min bieciqîne. Asta ku em gihîştinê lê hûn rûmeta min dipelêxin.”

‘HUTIL-MUTIL PÊWÎSTE EM WE DI CIVÎNÊN AKP’Ê DE ZEFT BIKIN?’

Demîrtaş li dijî helwesta heyeta dadgehê rexneyên xwe dewam kir û wiha got: “Heke bi hurmetî nêzî me bibin em ê bi dadgehê li ser destan bigirin. Lê em bêhurmetiyê qebûl nakin. AKP an jî dadger me didarizînin? Tunehesibandina biryara DMME’yê nêzîkatiya AKP’ê ye. Hûn nikarin li gorî piste pistên AKP’ê tevbigerin. Heke ku biryara DMME’yê jî ne derbasdar be, qey hutil-mutil pêwîste em we di civînên teşkîlatên AKP’ê di civînê de bigirin? Ji vê şûndetir êdî em ê çawa dikaribin dadgeran aşkere bikin. Tişta ez dizanim niha 3 AKP’yî, HDP’yekî didarizînin. Hîsên min wisa ne. Ez bi samîmî ji we re dibêjim. Ev jî li zora min diçe. Naxwazim parastinê bikim. Êdî ez ji we re çi bêjim?”

Piştî parastina Demîrtaş, parêzerên wî mafê axaftinê girtin û xwestin heyeta dadgehê dev ji helwesta xwe ya redkirina dadgeriyê berde. Parêzeran got darizandin ne hiqûqî pêk tê û xwestin daxwaza redkirina dadger carek din ji nû ve bê nirxandin. Heyeta dadgehê jî navber da danişînê.

Heyeta dadgehê di danişîna piştî nîvro ya doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdewama girtina Demîrtaş da. Dadgehê danişîn taloqî 23-24-25'ê Çileya 2019'an kir.