Demîrtaş: Hertim agirê Newrozê tarî ronî kir

Demîrtaş: Hertim agirê Newrozê tarî ronî kir

Di Newroza Stenbolê ku bi 100 hezaran welatî beşdar bûn de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş axivî û wiha got:"Kesên aştiyê wekî teslîyetê fam dikin xwe dixapînin. Aştî ne teslîmiyete, wergirtina mafên demokratîke. Me her tim di riya diyalog û aştiyê de israr kir û em dê heta dawî di aştiyê de israr bikin. Kesên dixwazin peyama aştiyê bixwînin bila dîmen û wêneyên li Kazliçeşmeyê rast û baş bixwînin."

Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi tevlêbûna sedhezaran kesan li gel hewaya sar berdewam dike. Di pîrozbahiyê de ewil Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asya Koçak derket ser dikê û diyar kir ku, gelê Kurd heta niha rastî komkujî, înkar û îmhayên mezin hatine û bi bedelên mezin gihiştine vir. Koçak da zanîn ku, gundên kurdan hatin şewitandin, Kurd hatin sirgûnkirin, ziman, nasname û çanda kurdan înkarkir. Kurd rastî înkar û îmhayê hatin, lê kurdan bi bedelên mezin û têkoşînek mezin ev mafê xwe îro bi dest xist û û dê têkokîşa aştî û azadiyê berdewam bike.

Piştî Koçak hunermend Xemgîn Bîrhat derket ser dikê û stran gotin. Piştî hunermend Bîrhad, Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder di Newroza Stenbolê de axivî û wiha got: "Min silavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji were anî. Ji bo di van rojên sar de wekî rojê hunderê we gerim bike min silavên Birêz Ocalan ji were anî. Em we hemûyan silav dikin. Me hemû girseya ku bi reng, bawerî û nasneyên xwe ev qad tije kiriye silav dikin." Dema Onder silavên Ocalan li gel kir, bi sed hezaran bi yek dengî got "Bijî Serok Apo".

Onder anî ziman ku, bê ti kêşona rengê gelan aştiyê li erd û ezman binivîsin û da ku êdî bes hilweşe û wiha got: "Salek berê disa bi daxwaz û vîna aştiyê em hatin vê qadê. Lê sala par destûr nedan me. Sala par jî me got aştî, îro jî em dibêjin aştî. Em dê sibê jî bêjin aştî. Sala par jî li gel astengî û qedexeyan em ketin vê qadê û îsal jî em ketin vê qadê. Ji ber vê yekê em dibêjin aştî. Ev têkoşîn didome. Niha em di pêvajoya herî dijwar a têkoşînê de cih digirin. Dem dema demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Bi tevlêbûna kedkar, karker, aştîxwaz dema demokratîkbûna Tirkiyeyê ye."

Onder bal kişand ser daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Em dê êdî ne wekî berê şer bikin û ne wekî berê aştiyê bixwazin. Ji bo aştiyek mayinde ku êdî careke din bes bê xwar em tê têkoşîna xwe bilind bikin. Bijî biratiya gelan. Bijî aştî. An serkeftin an serkeftin. An azadî an azadî"

DEMÎRTAŞ: HER TIM AGIRÊ NEWROZÊ TARÎ RONÎ KIR

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş jî di Newrozê de derket pêşerî sed hezaran û wiha got: "Ez bi we serbilind im. Bi hezaran caran Newroza we pîroz be. Em bi sed hezaran welatiyên me yên ku bi hêviya aştî û azadiyê qad tije kiriye em Newroza we pîroz dikin. Em bi we welatiyên ku ziman û nasnameya wan hatiye qedeqexekirin, bi birxwedan û bedelên mezin Newroza qedexe pîroz kir û hemû qedexe û astengiyên li pêş xwe şikandin silav dikin. Heta niha tu carî agirê Newrozê tu carî vala pê neket. Her tim tarî ronî kir. Her tim rêya azdiyê nîşan da. Her tim xêza kesên rêya xwe şaş kiriye rêya rast nîşanî wan da. Bê gûman Newroz bi bedelên gelek gelek mezin gihişt îro. Bi windahiyên mezin gihişt îro. Di şexsê Sakîne, Leyla Fîdan û hemû şehîdên ku Newroz kirin Newroz, bi hurmetî bibîr tînim û têkoşîna wan silav dikim."

‘QADA KAZLIÇEŞME WÊNEYÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’

Demîrtaş bilêv kir ku, gelê Kurd ji nêz ve geşedanên rojê dişopîne û wiha got: "Ev wên û peyama Newrozê li Qada Kazliçeşmeyê veşarî ye. Kesên ku li çareseseriyê digerin, kesên ku dixwazin daxwaz û peyama çaresekiyê bibînin û fam bikin bila bi baldarî wêneyê Kazliçeşmeyê rast bixwînin. Bi ciwan, kedkar, jin, zarok, bi nasname, ziman, çand, bawerî, kurd, tirk, laz, çerkezên ku hatine li vê qadê bi hev re Newrozê pîroz dike bibîne. Heta niha me di hemû axaftinên xwe de bi israr got 'Em di riya diyalog û muzakereyan de çareseriyê dixwazin' her tim me di vê peyamê de israr kir. Ji bo xwîn neherike, ji bo ciwanên kurd û tirk di çareseriyê de jiyana xwe ji dest nedin me têkoşîn da. Kombûna sedhezaran a li vê qadê encama vêtêkoşînê ye. Xwezî bi deh hezaran ciwanên me jiyana xwe ji dest nedabûna. Xwezî me bi rêbaza diyalog û axaftinê ev pirsgirêk çareser kiribûya. Mixabin dereng çêbû."

'HÛN SIYASETMEDAR IN ANGO HÛN OPERATORÊ DOZERÊ NE'

Demîrtaş siyasetmedarên bi gotinên xwe êrîşî hewldanên BDP'ê, Qandîl û Îmraliyê dikin jî bi zimanekî tund rexne dike û wiha berdewam kir: "Me hertim got rêbaza herî baş bi awayekî fermî heyetek biçe Îmraliyê û hevdîtin pêk bîne. Hin kes ji vê yekê aciz bûn. Hin kesan êrîş kirin. Hin kes dibêjim em dê Qendîlê dem û dûz bikin. Hûn siyasetmedar in ango hûn operatorê dozêrê ne? Ez li vir bang li van kesan dikim û dibêjim. Kesên dibêjim em dê Qendîlê dem û dûz bikin rojekê binçin Gabar û Cûrî li qereqolê nobetê bigirin.' Li Enqereyê axaftin pir rehet e. Kesên dibêjin welat sakarya bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nakin. Kesên bi pereyan leşkeran dişînin leşkeriyê nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Êdî ciwanên kurd û tirk kuştinê naxwazin. Em dibêjin kuştin û şer ne qeder e. Em dixwazin hemû gelê Tirkiyeyê destê xwe bidin hev û pêşeroja xwe ya azad bi dest bixin. Li şûna feraseta dijminantiyê pêş dixe, li şûna sorkirina gelan pêş dixe em dikarin zimanê aştî biratiyê pêş bixin. Em fam nakin çima ji gelê Kurd aciz dibe. Kurd dixwazin bi ziman, nasname û rengê xwe di nava ax û sînorê vî welatî de bijîn. Lê em nizanin hûn çima ji vê yekê aciz dibin. Ger ku pêşniyar û çareseriya we tune be li cihê xwe rûnên û dengê xwenakin."

'AŞTÎ NE TESLÎMIYET E, BI DESTXISTINA MAFAN E'

Demîrtaş kesên li dijî aştiyê têdikoşin jî rexne kir û wiha axivî: "Aştî ne teslîmiyet e. Aştî wergirtina mafê xwe ye. Em dixwazin hemû mafê me yên ku ji destê me hatiye gritin dîsa paşve bikişînin. Zimanê kurdan aydî kurdan e. Divê hemû hemû ziman, bawerî û reng azad bijî. Divê her kes bi nasname, çand, ziman dîrok û nasnameya xwe bijîn. Aştî ev e. Li vî welati kesên ji aştiyê ditirin heye. Em dibêjin çima hûn ji aştiyê ditirsin."

CIVAK AŞTIYÊ DIXWAZE'

Demîrtaş anî ziman ku, ew dê her tim girêdayî têkoşîna kesên ev pêvajo anî vê rojê bin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Aştî ne karê şerxwazan e. Li Tirkiyeyê piraniya civakê aştî û çareseriyê dixwaze. Aştî ne nepoxek vala ye. Daxwazên Kurd, elewî û hemû çand û nasnameyan daxwaza hemû kesan ger ku pêk bê wê demê aştî dê pêk bê. Divê hikûmeta AKP'ê jî ji paşerojê dersê derxe. Ger ku hikûmet bi vê feraseta pêşxistina aştiyê tev bigere em dê piştgiriyê bidin. Em partiya Aştî û Demokrasiyê ne. Ew AKP ne. Em hevkariya wan nakin. Lê ji bo aştî pêş bikeve û ciwan êdî hev nekujin em dê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Kesên dixwazin vê p êvajoyê fam bikin bila li têkoşîn û dîroka kurdan binerin û rast bixwînin. Ger ku Kurd bi helwestek nijadperestî tev bigeriyana, dê her der bibûya deriya xwînê. Lê kurd dixwazin bi riya aştî û demokrasiyê bi bedelên giran ev pêvajo anî îro."

'EM DÊ DI TÊKOŞÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'

Demîrtaş da zanîn ku, ew ji niha û şûnde dixazin bi rêibaza siyaseta demokratîk dêkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê li gel vê yekê ger bêjin bila ciwanên Kurd çekan bernedin, bila operasyon berdewam bikin, wê demê ev kes alozî û şer dixwazin. Em bi rêxistinbûna xwe û têkoşîna xwe ya demokrasiyê bawer dikin. Em bi fedekarî û têkoşîna gelê xwe bawer dikin. Em bi vê feraseta AKP'e nakevin nava heyecanê. Aştî û azadî di destê we gel de ye. Niha li Rojava pêvajoya şoreşê pêş dikeve. Gelê Rojava bi rêxistinbûna xwe demokratîkbûna xwe û xweseriya xwe ava dike. Ev ji o her kesî dersa mezin e. Em ji vir silavên xwe ji hemû gelê Rojava re dişînin û dibêjin Newroza Gelê Rojava silav dikin. Em silavên xwe yên Newrozê ji berxwedêrên Zindanan dikin. Em hîvî û bawer dikin ku dê di Newrozek din de di nava me de Newrozê pîroz dikin. Em dê bi berxwedan û têkoşîna xwe hevalên xwe yên girtî ji zindanan rizgar bikin."