Demîrtaş: Her parlamenterê me dikare biçe Îmraliyê

Demîrtaş: Her parlamenterê me dikare biçe Îmraliyê

Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, di kongreya Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin vê pêvajoyê pêş bixin, lê hikûmet rê li pêş çareseriyê digire û wiha got: "Li cem me nav ne girîng e. Ji bo me her parlamenterê me dikare biçe Îmraliyê. Hêz û qabîliyeta hemûyan heye. Li holê krîz tune. Yê krîzê derdixe hikûmeta AKP'ê ye. Ji ber ku çareseriya wan tune aloziyê derdixin. Rêxistina BDP'ê ya Şirnex, Sêrt û Serêkaniyê jî kongreyên xwe pêk anîn. Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Sprorê ya Kutlu Aktaşê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Parlamenterê BDP'ê Halîl Aksoy, endam û rêveberên BDP'ê yên navendî, bajar û navçeyan jî di navde bi sedan kes amade bûn. Li salona kongreyê pankarta "Li Tirkiyeyê demokrasî û li Kurdistanê Azadî", "Ez livir im", "Şehidên me rûmeta me ne" û wêneyên endamên HPG'ê, Sema Yuce, Viyan Soran, Zeynep Kinaci û wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd hatin vekirin. Kongreyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz hat girtin. Beşdarên kongreyê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Piştî hilbijartina dîwan raporên xebat û maliyê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Beriya hilbijartinan Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, diyar kir ku berî her tiştî bêtir xwe bi rêxistin bikin û rêxistina xwe pêş bixin. Aksoy, anî ziman ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka kurd e wiha got: "Pirsgirêka kurd êdî gihiştiye yada navneteweyî. Gelê kurd êdî statuya xwe dixwaze. Em jiyanek bê statu û azadî naxwazin. Gelê Kurd êdî azadiya Birêz Ocalan dixwaze. 3 mîlyon mirov Birêz Abdullah Ocalan vekî vîna xwe ya siyasî qebûl kir. Em dixwazin êdî hêsîrê dayikên kurd û tirk rawestin. Li gel van daxwazên me dewlet li Roboskiyê 34 welatiyên sivîl qetil kir. 

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, jî diyar kir ku gelê Agiriyê di têkoşîna gelê kurd de bedelên mezin dane û serkeftin ji hilbijêrên nû re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku partiya wan bi kongreyan bêtir xwe bi rêxistin û bi hêz dike û wiha got: "Em li hemberî gelê Agiriyê deyndar in. Em ji bo ku bêtir bibin layiqê gelê Agiriyê vê kongreyê pêk tînin. Em dêbi vê kongreyê encamê baş pêş bixin. Em dê li aliyekî xwe ji hilbijartinê re amade bikin, li aliyê din tekoşîna xwe xurttir bikin. Kesên ku dixwazin li cudahiya şaredariyên BDP'ê AKP'ê binerin bila bên li şadariya Agiriyê yên din binerin. Ji ber vêyekê ez bawer dikim ku di hilbijartina pêş de em dê şaredariya Agirî bi dest bixin. Şaredariyên me li gel hemû astengî û şermên xerab dîsa xizmeta herî baş didin. Ji be van serkeftinan şaredariyên BDP'ê wekî hedef tên hilbijartin. Em dibêjin ger hûn dixwazin cudahiya şaredariyan bibînin werin binerin. Em dê dest bidin destê gelê Agiriyê û hêz bidin hev. Ji bilî gelê me tu hêza me tune. Ji ber ku em hêza xwe ji gelêxwe digirin li ser piyan in û têkoşîna me berdewam dike. Di nava bajarê herî xizan ên Tirkiyeyê de Agirî heye. Ji ber polîtîkayên hikûmetê Agirî di qada sewalkariyê de jî têk çû." 
Demîrtaş, destnîşan kir ku ji sala 1927'an heta niha li ser gelê herêmê politîkayên ambargoya aborî û çandê tên meşandin wiha got: "Li Stenbol, Bursa û Îzmirê razemenî kirin Wê demê jî li ser bajarên herêmê ambargo pêş xistin. Polîtîkayên bi salan e li herêmê tên meşandin niha di serdema AKP'ê de jî berdewam dikin. Di serdema AKP'ê de jî bajarên herî xizan bajarên li herêmê ne. 100 salin qedera Agiriyê û bajarên herêmê yek e. Di halê wan de hatine hiştin. Li şûn pirsirêkê çareser bikin dixwazin bi komir û makarna çavan bigirin. Lê em dibêjin hûn nikarin me liser axa me çîna duyemîn bibînin. Em vê yekê qebûl nakin. Gelê kurd hişyar bû û êdî li azadiya xwe digerin." Demîrtaş, destnîşan kir ku dixwazin bi pereyan gel teslîm bigirin û bi aboriyê bi xwe ve girê bidin. Demîrtaş, bang li hin malbatan kir û wiha got: "Ez bang li hin malbatan dikim. Ger ku çi bi serê kurdan de hatibe ji ber dijminantiya nav xweyî pêk hatiye. Em kirin dijminê hev û em perçe kirin. Em li dijî hev sor kirin. Ger ku Şeyh Said ket rê gel li pişt wî bûya dê bi ser biketa. Hin eşiran ew bi tenê hiştin. Divê em dersê ji van bûyeran derxin. Di nava gelê kurd de pêşen û siyasetmedarên pêşketî hene. Em hemû werin li cem gelê Agiriyê cih bigirin û bi hevre hêzê bidin Agiriyê. Em di pêvajoyekê re derbas dibin. Hêza herî mezin a çareseriyê hêza gel e. Ger ku em hêza xwe û gel bikin yek û derkevin rê em dê her tiştî çareser bikin. Lê gel ku em bi destê îxtîdarê de bihêlin çareser nabe. Bi salan e gelê kurd aştiyê dixaze. Hikûmet ger ku dixaze hin gavan bavêje û helwesta xwe zelal bike divê herî dereng di nava 2 hefteylan de zelal bike. Heta 2 hefteyan hin tişt zelal nebe êdî kes baweriya xwe ji hikûmetê nîne. Em ji bo heyeta biçe Îmraliyê jî dibêjin hemû parlamenter û hevalên me xwedi hêz, vîn û bawerî ne ku biçin Îmraliyê. Ger ku 14 sal berê dema we Birêz Ocalan anî Tirkiyeyê we gavên îro avêtibûna niha pirsirêk çraeser bûba. Em dibêjin bi daxuyaniyên AKP'ê nexapin. Em dixwazin vê pêvajoyê ber bi çareseriyê ve pêş bixin. Hemû parlamenetrên me amade ne biçin Îmraliyê. Tu krîz tune. ya krîzê derdixe hikûmeta AKP'ê bi xwe ye. Ji ber ku tu polîtîkya AKP'ê ya çareseriyê tune." 

 

Demîrtaş, der barê makewanûna nû û perwerdehiya zimanê zikmakî de jî axivî û wiha pêde çû: "Em nikarin bi zimanê xwe jî bi axivin û perwerdehiyê bibînin. Tu ji kê bipirse dê bêjin ger ku hûn ji wedê bawer dikin tiştê li kurdan tê kirin neheqî ye. Ger zu zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî nebe nabe. Ger ku zimanê zikmakî ji destê me bê girtin wê bedena hişk û zuha bimîne. Ji ber wê yekê teqez divê zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî bê parastin û bi makeqanûnê bê qebûlkirin. Êdî hemû welat kurdan qetil dikin. Êdî kurd vîn in. Kesên me bi nasname, çand û nirxên me qebûl bikin can û cergê me ne. Lê kesên me bi nirxên me qebûl nekin wê demê qîmeta wan jî li cem me tune. Demekê hevalên me Mazlum Dogan, Sakine Cansız, Kemal Pîr bi tena serê xwe di zindanan de di ber xwe didan. Lê niha gelê me bi milyonan di ber xwe dide. Kesên ku dîroka xwe ji bîr bikin qet nikarin di ber xwe bidin û bi bi ser bikevin. Piştî axaftinan kongre bi 2 lîsteyan çû hilbijartinê