Demîrtaş: Hedefa me ya li Ewropayê 5 parlamenter in
Demîrtaş, li bajarê Franfûrt ê Elmanyayê bi hilbijêrên xwe re hat gel hev. Demîrtaş got: “Hedefa me ev e ku em dengên xwe 2 qat zêde bikin û 5 parlamenteran derxin.” Demîrtaş bang li her kesî kir ku 8’ê Cotmehê dengên xwe bikar bînin.
ANF
FRANKFÛRT
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 22:09
Demîrtaş, li bajarê Franfûrt ê Elmanyayê bi hilbijêrên xwe re hat gel hev. Demîrtaş ê AKP û Erdogan bi zimanekî tund rexne kir got: “Hedefa me ev e ku em dengên xwe 2 qat zêde bikin û 5 parlamenteran derxin.” Demîrtaş bang li her kesî kir ku 8’ê Cotmehê dengên xwe bikar bînin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Ewropayê 5. civîna xwe ya kombûna bi hilbijêran re li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê pêk anî. Bi hezaran kes beşdarî civîna li Fraport Arena bûn.
Di civîna piştevaniya HDP’ê de siyasetmedarên Elman û ji tevgerên çep ên Tirkiyeyê gelek nûner amade bûn. Hevserokê NAV-DEM û berdevkê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Elmanyayê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir, nûnerên partiya Çep û ABDEM’ê jî her kê axaftinek kirin, piştgiriyên xwe anîn ziman.
‘AKP SIVÎLAN DIKUJE’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ber bi dawiya civînê hate salonê. Bi wezîfeya HDP’ê dest bi axaftinê kir û got: “Dibe ku HDP partiyek nû be. Lê li ser mîrateya sedan salan şekil digire. Îro gelek çemên avê digihînin deryaya HDP’ê hene. Em wisa bi rehetî negihiştin van rojana. Xwestin me ji dîrokê rakin. Dema gotin xilas bûn, em careke din derketin ser dika dîrokê. Em wek gel ji xweliyên xwe xuliqîn. Wêneyê îro jî ev e.”
‘BI XWE RE KESEKÎ DIN JÎ BIBIN SER SINDOQAN’
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li hilbijêrên Ewropayê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev tabloya Ewropayê moralekî mezin dide gelê me yê welêt. Ev di heman demê de hem ji dijminan re hem ji dostan re peyamek e. Îro ruhê Kobanê ya ku DAIŞ têk bir û Cizîrê, Nisêbînê li Frankfûrtê ye. Divê em vî ruhî bibin sindoqan jî. Çend rojên din wê sindoqan deynin, hûn ji me bêhtir xwedî şans in. Ji ber ku destpêkê hûn ê wê morê lê bidin. Ji ber vê jî divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP’ê. Bi vê jî têr nebin, pêwîst e her kes li gel xwe hinekî din jî bibin. Hedefa me ev e ku em dengên xwe 2 qat zêde bikin û 5 parlamenteran derxin.”